Medreseya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
 
 
MEDRESEYA KURDÎ
Line 16 ⟶ 15:
 
Ji xwe zanayên weke [[Mewlana Xalid]]ê [[Nexşebend]]î yê Kurdî, [[Melayê Cizîrî]], [[Ehmedê Xanî]] û pir kesên wisa ku mora xwe li mêjuya dinyayê xistine, zêdetir giranbihatî û pîroztiya medreseyên Kurdî raxistine ber çavan. Herweha bapîrê me [[Silhedînê Eyûbî]] yê Kurdî jî, diyar e ku mêjuya dinyayê pê hatiye nexişandin. Lewra dîrokzanên biyanî dibêjin ku: “Eger ne Silhedînê Kurd bûna, ev ola ku niha jê re dibêjin Îslam, tunebû.“
 
 
 
 
Line 48 ⟶ 45:
 
Îcar tiştê herî xirab û gelek jî narewa ev e ku piraniya zana û pisporên Kurd ên Sedsala Bîstî, wisa bawer kirine ku Medreseya Kurdî tenê perestinî û sofîtî bûye. Heta niha jî kesek ranebûye û lêkolîneke berfireh li serê nekiriye û nedaye kirin. Tenê du lêkolînerên Rûsî hin xebatên qels kirine û min berhemek bi navê Xwendina Medresê (www.pencinar.se beş-B) nivîsîye.
 
 
Divê ku rind bête zanîn, ew Medreseya Kurdî ne tenê perestinî û sofîtî bûye. Li ser vê yekê, Kurd hemû vê gotina hanê dizanin: Li Kurdistanê du texlît mele hene. Ji hinekan re dibêjin [[Meleyên Heftilmî]] û ji hinekan re jî dibêjin [[Meleyên Dozeilmî]].