Yaser Erefat: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 07:20, 7 kanûna pêşîn 2007

Yaser Erefat an Yassir Arafat (* 4., 24. an 27'ê gelawêjê 1929 li Kahîre, Misir; † 11'ê sermawezê 2004 li Clamart, Parêzgeha Hauts-de-Seine, Fransa), bi erebî: ياسر عرفات (Yāsir ʿArafāt), navê kevn: Muhammad ʿAbd ar-Rahmān ʿAbd ar-Ra'ūf ʿArafāt al-Qudwa al-Husaini, bi erebî: محمد عبد الرحمن عبد الرؤوف عرفات القدوة الحسيني, bilêvkirin: Abū ʿAmmār, bi erebî: أبو عمار), kodnav: Abu ʿAmmar (أبو عمّار; ʾAbū ʿAmmār) siyasetmedar, dûgelman (mirovê dewletê) û yek ji serokên gelê Filistînê bû.

Yaser Erefat 1999

Ji 12'ê reşemiyê 1996 heya mirina xwe serokdewletê Otonomiya Filistînê bû. Sala 1994'î de Xelata Nobel a aşitiyê girtiye. Damezrênerê Al Fatîh û Rêxistina Azadiya Filistînê bû. Bi xwe perwerdeya endazyariya avakirina xaniyan dîtibû.

Li ser mirina wî ya li nexweşxaneyeka Fransî, gelek guftûgo hate kirin. Gorî hinekan ew hatiye jehrkirin lê ti delîlek jî nehatiye dîtin.

Yaser Erefat dîplomasiya rojavayiyan dimeşand. Têkiliyên wî bi dagirkerên Kurdistanê re baş bû. Wî ticarî behsa bindestî û hemançarenûsiya Kurdan nedikir. Ev yeka han dilê gelê Kurd lê sardikir û rexne lê dihate kirin.