Mewlana Xalidê Kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B Bot: Eksik <references /> etiketi ekleniyor |
Rastnivîs Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 19:
== Jiyana wî ==
Xalidê Kurdî yê Şarezûrî murşidekî kamil, xwenasekî bêlef, xweşpeyvekî zanayê hazicewab, mirovekî kûrgerm, zatekî xwedanbereket, herweha bi bîr, bi hiş û aqildar, bi peyvnas, ciwanekî xwînşêrîn, pisporekî hunermend, tevdezanekî bîrewer, herweha helbestvanekî Lahûtî bûye.
Mewlana Xalid di 1773an (1193) de li gundê Qeredaxa grêdayê bi Cafê ve hatiye dinyayê û di 1826an (1242) de, 16ê Zilqe´ideyê şeva înê di navabera mexrib û 'eşayê de li şamê, li Taxa Salihiyeyê, ji nexweşîna Ta´ûnê çavên xwe ji jiyanê girtine
Rêz 203:
Mewlana li Hindistana [[Ebdullahê Dehlewî]] bûye, dîroka bîr û rayê Ciya Ciyayan nivîsiye. Mewlana li wir pir maye û di rêçika [[Nexşebendî]] de şixuliye, ta ku xelîfetî ji Şêxê xwe Dehlewî stendiye. Û di 1808an de şûnde vegeriyaye hatiye Kurdistanê. Li bajarê Sineyê maye heta dersdarê wî [[Şêx Muhemmed Qesîm]] jî ketiye Rêçika Nexşebendî. Piştî demekê Mewlana ji Sineyê çûye Silêmaniyê û li wirê rûniştiye.
Mewlana Xalid di demekê de ji Silêmaniyê çûye Bexdadê û pênc salan di Tekya Qadirî de maye, dîsa şûnde vegeriyaye Silêmaniyê.
Mewlana çaxê Tekya Xalidî li Bexdadê vekiriye, gelek kesên zana, menşûrên Ereb, maqûlên Kurd lê kom bûne, Rêçika Nexşebendî pejirandine û bûne peyrew û mirîdên wî. Di wî çaxî de du mîrên [[Mîrektiya Baban]] [[Mehmûd Paşa]] û [[Ebdurehman Paşa]] çûne Bexdadê û hêvî ji Mewlana kirine ku ew dîsa vegere Silêmaniyê.
Rêz 213:
Berkûlî di Dîwana helbestan a bi nave Mîssbahud`dîwan de nivîsiye ku: Helbestên xarîqul ´ade yên Mewlana, wek dîwan li Îranê çap kiriye.
´Ellame Dawid di pirtûka El T´erîf de nivîsîye ku ´Ellame Mela Mihemed Qizilcî yê mezintirîn miftiyê Bexdadê gotiye: Mewlana Xalid bi zimanê kurdî, farisî û erebî dîwaneke helbestan nivîsiye. Û li Astanê bi fermana padîşahê wextê çap bûye. Mewlana Xalid ji Se´îdê Larî û ji Hafizê Şêrazî mezintir û zanatir bûye.
Kovara Gilawêj di 1943an û Mêjûyî Xulasey Kurd û Kurdistan Cildê Yekem di rûpela 365an de nivîsîne ku: Zanayê navdar M. Emîn Zekî Beg
Mewlana Xalid di 1197-ê hicrî, 1783-ê Mîladî de li gundê Qeredax ji diya xwe re çêbûye, ji eşîra Pîr Mikaîl e. Ew li Cafê bûye navdarê bi Mikaîliyan.
Mamoste Şepûl nivîsiye ku wî ji bavê xwe weha bihîztiye: Mewlana Xalid gelekî li nav eşîrên Rojhilata Kurdistanê geriyaye, li gundê Tîkantepe mizgefta Mewlana heye, ku niha jî xelk ew der cihê wî dizane. Ew mizgeft Ellame Mela Seîd saz kiriye. Ew´Ellame bapîrê Şepûl bû û di 1269an de li wirê dersdarî kiriye, di 1290î de jî miriye.
Gelek pirtûk û keşkol li ser keşf û keramet, payedarî û zanyariya Mewlana Xalid bi zimanê erebî û yê farisî hatine nivîsandin.
´Ellame Seyîd ´Ubeydulah Heyderî. Şêx Ehmedê Tirablusî. Şêx Smayîlê Kûrî. Elî Dûrekî. Hacî Şukrî Romî. Smayîl Nubhanî. Usiv kurê Smaîl Binhanî. Xêredîn Zereklî Kurdî. Şemsedîn Samî. Seyîd Mehmûd Alûsî. Evdilmecîdê kurê Mihemed Xanî. Mihemed Mezher Me´sûmî. Mehmûd ´Itte. Corc Zeydan. Smayîl Paşayê Baban. Yûsuf Elyan Serkîs. Ehmed Hilmî. Doktor Mihemed Es´ed Telsî. Şêx Osmanê kurê Sened. Emîn kurê Hewkîrî. Ehmed Şewket. Şêx Mihemed Ebdulmun´em. Mestûre Xanima jina Xesrew Xanê Waliyê Erdelanê. Mela Mihemed Qizilcî. Mihemed Emîn Zekî. Mihemed Cemîl Bendî. Mamoste Mihemed Xal. Şêx Me´rûf Nûdî. Şêx Şahîn ´Etar. Mihemed kurê Ebdullah Xanî. Mûsa Seba´î. Mihemed Cumleyî Henefî û gwd.
Mamosteyê nemir,
{{Helbest|Ke serdestî hemû mestan e Xalid
|