Behdînan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 32:
 
 
Bajêrê [[Zaxo]] dikeve ser sinorê [[Kurdistana bakûr]] bi dûratiya nêzîkî 8 km. Zaxo dergehekê zor giring e di warê aborî de ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana başûr bi giştî. Daniştîyên bajêrê Zaxo pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê [[Akrê]] dikeve rojhelata devera Badînan. Akrê tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Badînan. Daniştîyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirovan in. Bajêrkê [[Sêmêl]]ê dikeve rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratiya 8 km. Herwesa rêjeyeke berçav li vî bajêrkî akincî ne. Bajêrkê [[Amêdiyê]] di serdema [[Mîrnişîna Badînan]] de peytextê vê Mîrnişîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî şûnwarên vê dibistanê mayinê mîna [[Fêrgeha Qobadî]] û çendîn fêrgehên dî li vê deverê. Zêdebarî vê çendê hejmara daniştîyên bajêrkê [[Amêdiyê]] nêzîkî 25.000 ta 30.0006000 mirovan in. [[Şêxan]] bajêrkekî teze rizgar kirîye. Ev bajêrke dikeve navbera Etrûşê û Akrê de. Akincîyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji [[bisiliman]]an, [[êzidî]]yan û [[kiristiyan]]an.
 
Herwesa devera [[Şengal]] dihête hejmartin êk ji deverên giring yên Badînan. Lê ev devere nehatibû rizgar kirin ta piştî [[cenga rizgarîya Iraqê]] li sala 2003. Li dîv çend jêderan tê zanîn ku hejmara daniştîyên bajêrkê Şengal nêzîkî 40.000 kesan in. Herwesa jimareka zor ji bajêrk, komelgeh û gundan ser bi sinorê devera Badînan ve ne.