Zana Farqînî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
"îsal" nabe, "sala 2005'an" dibe |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 4:
Zana Farqînî, di sala 1967'an de li gundekî [[Farqîn]]ê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li [[Stenbol]]ê qedandine. Li Zanîngeha Stenbolê beşa civaknasiyê (sosyolojî) xwendiye. Yek ji avakarê [[Koma Çiya]] ye û digel komê kaseta pêşîn a bi navê "''Rozerîn''" derxistiye. Di kovara "''[[Rewşen]]''"ê ya [[Navenda Çanda Mezopotamyayê]] de di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê dev ji xebatên muzîkê berdaye û di derxistina rojnameya hefteyî ya bi navê "''[[Welat]]''", "''[[Welatê Me]]''" û "''[[Azadiya Welat]]''" de xebitiye. Di rojnameya "''Welat''" de bi giranî karê redaksiyonê kiriye. Berpirsê karê nivîsaran ê pêşîn ê "''Welatê Me''" ye û paşê bûye gerînendeyê giştî yê heman rojnameyê. Ji ber nivîsên vê rojnameyê di [[DGM]]'yê de hatiye darizandin û ceza xwariye û di heman demê de li dadgehê, parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye.
Farqînî piştî girtina "''Welatê Me''" digel hevalên xwe lê xebitiye û rojnameya hefteyî ya bi navê "''Azadiya Welat''" derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsa ew e. Piştî ku ji ber neçariyê dev ji karê rojnameyê berdaye li [[Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]] dest bi karên xwe yên li ser ziman kiriye. Du dewr di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye.
Niha Serokê Beşa Ziman û endamê Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.
==Berhem==
|