Eskerê Boyîk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
Agahîdank mirov/wîkîdane
Guherto (gotûbêj | beşdarî)
B Min gotina berê vegerand ji ber ku bê sebeb hatibû guhertin (lînk)
Rêz 12:
Sala 1974a têza doktoriyê diparêze û navê doktorê aboriyê distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew wusa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide. Di warê zaniyariya aboriya gundîtiya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
 
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey re berê xwe dide Ewropayê û li Almaniyayê bi cî dibe, wî derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civakiyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê wêjeedebiyat, çand û dîroka kurdî da.
Her çiqas jî, di warê zanyariya aboriya malhebûna gundîtiyê da bicîanîna lêkolînên zaniyariyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû.
 
Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêjeedebiyat ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtîstanê nikaribû tenê bi nivîskariya kurdî ebûra(debara) xwe û neferên xwe bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwazim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgirêkên aboriya gundîtiya komara Ermenistanê, wusan jî bi serketin rêya kar û barê wêjeedebiyat û çanda kurdî da dimeşya.
 
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, wêjeedebiyat û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993a re gava ewî Ermenistan pişt xwe va hîşt, ji pey gelek zehmetiyan jê re îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskariyê, kurdzaniyê, bi taybetî bicîanîna lêkolînên di warê dîrok û dînê kurdên êzdî va mijûl bike.
 
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtiya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, aliyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin [[Wezîrê Eşo]] jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Di wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stranbêjê kurdî bi nav û deng [[Nizamettin Ariç]] hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqiyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derbarî weşena albûma Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: "di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê [[Fêrîkê Ûsiv]] cuda ye. Helbestvanekî girîng e. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe re dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kêm e. Meriv dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike stran".
Rêz 24:
 
Gava Esker, ji bo standina xwendina bilind sala 1961ê hatiye paytextê Ermenistanê Yêrêvanê
atmosfêra wir bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina wêjeedebiyat, çand, hûner û kurdzaniyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50î mecal û îmkan kurdayetî re berfire vebûn, îmkanê ji bo nû va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, ku dişibiya Ronêsansa (Ewropa) Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltî yên wêjeedebiyat û çanda kurdî, her wisa jî kurdzaniyê çê bûn: rojnema Riya Teze ji nû va hatiye weşandinê, weşanên radyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê her roj bi zemanê dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojihlatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê ya Zaniyariyê da beşa kurdzaniyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê da sêksiya nivîskarên kurd hatiye demezirandinê, weşanxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hatiye vekirinê. Em êdî derheqê wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civiyabûn. Bi dehan dûhatiyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwendina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşî jî ji wêjeedebiyat û çanda kurdî xerîb girtibû, lê giyanê kurdîtiyê û kemala helbestvaniya wî ya xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê ciyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt.
 
Helbestên wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema [[Riya Teze (rojname)|Riya Teze]] û bi radyoyê bi zimanê kurdî hatin weşandinê. Lê sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê "Şiverê" li Yêrêvanê hatiye weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hûnerê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975a bi sernavekî xweşik: "Kulîlkên Çiya" hatiye weşandin. Wê pirtûkê helbesta bi navûdeng da naskirin û çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê belav bû wusa jî ji sînorê wê derve jî di nav helbestvanên genc da belav bû. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hatiye weşandin.
Rêz 157:
Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojiya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt re “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.
 
Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asiya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtiya Kurden Qazaxistanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endamê Yekîtiya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê wêjeyaedebiyata Qazaxa- Abay ji rûsî werdigerîne kurdî, bi alîkariya Ezîzê Zîyo temamiya belgeyên KGB yên li ser sirgûniya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkaziyayê berbi Asiya navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Prof. Knyazê Îbrahîmî wêjezanedebiyatzan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktoriya [[Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv]] û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almaniyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdiyan hebû: “Mala Êzdiyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkariyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.
 
Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê-êzdîzaniyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konferans û çalakiyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdiyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdiyan” bi deha pirtûk daye weşandin.
Rêz 175:
Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgiya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adiyan fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).
 
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zaniyariyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojname û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser wêjeyaedebiyata kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jiyan û kar“.- Riya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jiyan û kar“.- Riya Teze (2010), „Êzdîtî baweriya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatiya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdiyatî gerekê bibe warê zanyariyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adiyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Riya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.
 
== Berhem ==