Vincent van Gogh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 12:
Piştî sala 1890î tekane wênesazê empresyonîst ê ku li Parîsê ma, wênesaz Degas e, Cézanne, Monet û Renoir li gundan dijiyan, Di vê demê de em dibînin ku li Parîsê Kont Henri de Toulouse-Lautrec, bi meyleke li ser a Degas, di xebatên xwe de girîngiyê dide tevger û fîgurên jinan, Dîsa di sala 1890î de komeke biçûk a li ser şopa Gauguin, tevgereke wêneyê ya bi navê Nabi ava kirine, Nabi peyveke bi Îbranî ye ya ku tê wateya pêxember, Di danezana vê tevgerê de ya ku Maurice Denis pêşengiya wê dike, hatiye gotin ku deng, reng û peyv nirxeke wan a mûcîzevî ya derbirînê heye, Denis û hevalên xwe nikaribûne ku fikrên xwe li gorî bernameyeke çalakbûnê ava bikin,
 
=== '''Mîras û bandor''' ===
Bandora wan li ser şêwaza tezyînî ya bi navê Art Nouveau, bi awayekî ne yekser dikare were dîtin, Ji nav wan hunermendên wekî Edouard Wuillard (1868-1940), Pierre Bonnard (1867-1947) xwe li ser wêneyê kirin û li ser feraseteke empresyonîst li hev kirin, Di dawiya sedsala 19an de li welatên dîtir ên Ewrûpayê hin hunermend hene ku, ev hunermendên hanê di warê avabûna wêneyê modern de, rol lîstine, Sermesele, li Anversê James Ensor (1860-1949), li Berlînê Munch (1863-1944), li Amsterdamê Toorop (1858-1928), li Londrayê Steer (1860-1942), Sickert (1869- 1942), Beardsley (1872-1898), James Whistlerê Amerîkî hene.[[Wêne:Van Gogh self portrait as an artist.jpg|thumb|right|Vincent van Gogh]]