İsmet İnönü: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
B TS: sererastkirin
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
Tê gotin ku ji malbateke kurd ê ji herêma [[Meletî]]yê ye.{{Çavkanî hewce ye}} Piştî qedandina perwerdeya leşkerî di sala [[1906]]î de dibe endamê saziya ku ne ji tirkan pêk tê lê nîjadperestiya tirkan dikin, [[İttihat ve Terakki Cemiyeti]]. Li wir têkiliya xwe bi [[Mustafa Kemal Atatürk]] re xurt dike û dibe hevalê Atatürk.
 
Di şerê tirk û [[grek]]an de roleke mezin dileyîze. Ji ber şerê duyem ê herêma Înönü li dijî Yewnanan di derketina zagona paşnavan de paşnava Înönü didin wî. Lê di qeydên ti dîrokî de behsa vê şerî nîne. Yewnana bi xwe jî şerekê bi vî navî napejirînin. Di peymana Lozanê ya ku parçebûna Kurdistanê dipejirîne de li ser navê komara nû ya ku di bin siya Brîtaniyan û serkeftiyên din ên [[Şerê Cîhanî yê Yekem|Şerê Cihanê yê I.]] de hatibû avakirin, ango li ser navê Komara Tirkiyê cihdigire.
 
İnönü piştî mirina Atatürk dibe serokkomar û serokê artêşê. Bi navê ''"Milli Şef - Şefê neteweyî"'' tê binavkirin û heya mirina xwe bi desthilatiyeke taybet Tirkiyê birêvedibe. Navê xwe li ser diravê Tirktirk datîne û bankayên neteweyî dike bin fermandariya xwe.
 
Di dema desthilatdariya xwe de bi navê modernîzmê seranser [[Anatoliya]] û Kurdistanê dixe bin singoya leşkeran. Li Kurdistanê li ser siyaseta Atatürk axavtina zimanê kurdî, kincên kurdan ên folkrorîk, cejnên kurdan, navên cografîk ên kurdî hwd hemiyan qedexe dike. Bi hezaran Kurd ji ber ku pûşî li xwe kirine tên kuştin.{{Çavkanî hewce ye}}