Împeratoriya Osmanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Baran Agir (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Baran Agir (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 492:
====Mîrektiya Hekarî(1380-1845)====
{{Gotara bingehîn|Mîrektiya Hekarî}}
 
Dema [[Tîmûrleng]] êrîş dibe ser herêma Hekaryan, Mîr Êzdîn Şêr berxwedaneke mezin nîşan dide. Lê ji ber bêexlaqiya şerê mongolan dijî kesên sivîl, Mîr Êzdîn Şer serê xwe li dijî Tîmurlenk ditewîne. Lê piştî Tîmurlenk destilatê teslîmî Êzdîn Şêr dike, vedigere. Paşî Aqqoyunî êrîşê dibin ser mîrektiya Hekaryanê. Aqqoyunliyan bi alikariya eşîreteke bi navê Dombilî ku ji eslê ji Cizîrê ne û Kurd in, Mîrê Hekaryanê kuşt û herêm teslîmî Dombiliyan kir. Herêma rojhilatê Hekaryanê dane begên Mehmudiyan. Serokê Mehmudiyan Şêx Mehmûd bû û ji eşîrên kurdan pêk dihat ev herêm.
 
Asaduddîn ku ji binemala mîrên Hekaryanê bû û li Misirê ji bo Memlûkan dixebitî. Asaduddîn bi rêya Asûriyên bazirgan ku di navbera her du herêman de ticaretê dikin, hate Hekaryanê û bi alikariya Asuriyan herêma Hekaryan ji Dombiliyan paqij kir. Dombilî paşî direvin û diçin bi desthilata Sefewiyan li devera [[Xoy|Xoyê]] dijîn.
 
Piştî Asaduddîn, kurê wî Zahid Beg bû desthilatê nû li herêmê. Wî jî dixebit ku herêma mayî ku di destê Mehmudiyan bistîne û bixe nav axa Hekaryanê de. Piştî Zahid Beg mirî axa herêma Hekaryanê bû du parçe. Yek parçe ji [[Westan|Westanê]] pêkdihat ya din jî ji Colemêrgê pêkdihat. Rêvebirina van her du deveran de destê her du kurên Zahid Beg; Sayd Mihemed û Melîk Beg de bû. Kurê Melîk Beg, Zeynel Beg li dijî bavê xwe serî hilda û serkeft. Lê bavê wî Melîk Beg ji Colemêrgê reviya û çû Westanê li cem brayê xwe Sayd Mihemed. Sayd Mihemed piştî vê bûyerê bi alikariya eşîra [[Pinyanişî|Pinyanişîyan]]<nowiki/>êrîş dibe ser Zeynel Beg û ji Colemêrgê derdixîne.
 
Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin. Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.
 
Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn.
 
====Mîrektiya Soran(1530-1835)====