Perwerde: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Baran Agir (gotûbêj | beşdarî)
Created by translating the section "Bildung" from the page "Bildung"
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl WergerandinaNaverokê WergerandinaBeşê
Baran Agir (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
{{Gotara bê çavkanî}}
 
'''Perwerde''' danûstandineke [[civak]]î ye di navbera [[mirov]]an de. Armanc ew e, ku kesê tê perwerdekirin (bi piranî [[zarok]] yan jî [[ciwan]]) ligor bingehên civakî yên erênî werin xwedîkirin û ji bandorên (tesîr) neyênî bên parastin. Perwerde tim kontrola rabûn û rûniştana kesan e, yên ku, di sîstêma civakî de bi awayekî misoger (parêzî) cihê xwe bigirin.
 
Ligor dîtina modêrn naveroka perwerdê him jî ew e, ku [[kesîtî]]yeke [[azad]] û [[serbixwe]] were vejandin yan jî afirandin.
 
Norm û nirxên perwerdê yên îdîyal tim di bin bandora demê de ne û tên guhertin.
Karûbarên perwerdeke xwedî plan û armancên diyarkirî yê îdîyal jibo kesekî ciwan ew in, ku di ber her tishtî de, ligor taybetî û kanînên wî kesî derfetan amade bike, yên ku ji bo pêshveçûn û serketina wî pêwîst in. Ev prosêsa civakî, di nav malbatê û sîstêma dewletê, ya perwerdeyî de, pêktê û bandora hin faktorên hawîrdorî jî lê dibe. Encama perwerdê bi tenê ew nîne, ku kesan bike endamê civakê. Lêbelê yek encama wê ya giring jî ew e, ku kesan bike xwedî taybetiyên rexneyî û erênî jibo civakê.
 
Her modêla perwerdê tim di bin kontrola demê de ye û ligor polîtîka pêvejoyê tê guhartin (wek: [[demokratîk,]] [[faşîst]], û hwd){{Çavk}}.
 
Perwerde
 
A. Ligor cih
# [[malbat]]
# [[hawîrdora civakî]]
# [[xwendegeh]] / dibistan
# saziyên olî (xwendegeh, kurs, mizgeft)
 
B. Ligor bandorê
# bandora bê armanc
# bandora bi armanc
 
 
Karûbarên perwerdê yên bingehîn ev in:
 
# diyarkirina armancên perwerdê
# amadekirina derfetên hînbûnê
# nirxandin û kontrolkirina pêshvaçûna hînbûnî
 
 
 
== Çavkanî ==
[[Kategorî:Perwerde| ]]