Gola Nemrûdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 17:
| girav =
}}
'''Gola Nemrûdê''' yan jî '''Gola krater a Nemrûdê''', gola kraterê ya duyemîn a herî mezin a li [[Cîhan|Cîhanê]]ê û gola kraterê herî mezin a li [[Kurdistan]]ê ye ku navê xwe ji navê heman çiyayê ku navê Qeralê Sumerî [[Nemrûd]] lê danîne, wergirtiye. Gola Nemrûdê li rojavayê [[Gola Wanê]] di navbera navçeyên parêzgeha [[Bidlîs|Bidlîsê]] [[Tetwan]], [[Xelat]] û [[Norşîn]] de ye.<ref>{{Cite web|url=https://docplayer.biz.tr/1557649-Trb2-bolgesi-mevcut-durum-analizi-dogal-kaynaklar.html|title=TRB2 BÖLGESİ MEVCUT DURUM ANALİZİ DOĞAL KAYNAKLAR - PDF Ücretsiz indirin|website=docplayer.biz.tr|access-date=2022-01-12}}</ref> Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li Nemrûdê pêk hatiye firehiya kraterê ya jorîn 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Jiber xwezaya xwe ya taybet di mehên havînê de Gola Nemrûdê dibe cihê rawestgeheke geştyarî.
 
Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya wî ya navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiya volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê, pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê, ku ji aliyê Nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.
 
== Afirîna golê ==
[[Wêne:Nemrut Vulcano.jpg|thumb|300px|Dîmenek ji korta Gola Nemrudê]]
Tê pêşbînîkirin ku çêbûna kratera Nemrûdê bi şikestineke firehbûnê ya ku ji ber pêlên tektonîkî yên li [[Bakurê Kurdistanê]] di serdema jeolojîk a Pliocenê de derketiye dest pê kiriye. Dema ku dîroka erdnasî ya [[Bakurê Kurdistanê]] tê lêkolînkirin tê pêşbînîkirin ku korta [[Gola Wanê]] û korta [[Deşta Mûşê]] di serdemên berê di beriya teqîna [[Nemrûd (volkan)|Çîyayê Nemrûdê]] ya destpêkê de wekî perçeyekî erdnîgarî bûne. Veqetandina van her du kortan bi herikîna volkan ên [[Nemrûd (volkan)|Çiyayê Nemrûdê Bidlîsê]] pêk hatiye û jiber herikîna volkanê di navbera her du kortan deşta bilind a [[Deşta Rewanê]] çêdibe. Deşta Rewanê di heman demê dibe sedema afirandina [[Gola Wanê]] ya îro.
Rêz 29:
Korta Gola Nemrûdê xwedî qadeke bi qasî 40 km² ye. Di warê çalakiya [[Volkan|volkanîk]] ên Kurdistanê de yek ji teşeyên herî taybet û orjînal ên erdê ye. Di lûtkeyê de pênc gol hene, du ji wan mayînde ne û sê ji golan jî demsalî ne. Di nav golên de ya herî mezin Gola Nemrûdê ye ku bi awayê nîvheyvê ye û herikîna golê ya derve tine ye.<ref>{{Cite web|url=http://www.turkiyesulakalanlari.com/nemrut-krater-golu-bitlis/|title=Nemrut Krater Gölü – BİTLİS|website=www.turkiyesulakalanlari.com|language=tr-TR|access-date=2022-01-12}}</ref>
 
== Jeolojî ==
Beşa navîn a kratera Çiyayê Nemrûdê bi lav û tufên obsîdyenê hatiye girtin. Piroklastîkên volkana Nemrûdê ku di dema çêbûna kortê de çêbûne qadên pir mezin vedigirin. Lavên volkanê ji herikên paşverû û îgnîmbrîtê pêk hatine û rûberek bi qasî 4.189 km² vegirtin e. Madeyên volkanîk li aliyên bakur û başûr belav dibin. Wekî [[Kevirê Xelatê]] ku tê zanîn ji îngîmbrîtan, bi rengê ji qehweyî tarî bigire heta reş ku ji pêkhateya trakîtîk e, li aliyê başûr heta nava [[Geliyê Bitlîsê]] di ser bazaltan re herikiye. Teqînên ku bi çêbûna korta golê re têkildar in dibe ku di navbera 90 hezar û 30 hezar sal berê de çêbûne. Çalakiya piştî çêbûna kortê li kortê û li herêma şikestinê ya li bakur tên dîtin tê pêşbînîkirin ku di sê qonaxan de pêk hatine. Di navbera 30-12 hezar salan de lavên camedîtîk diherikin û tepe ya kortê pêk tînin. Li kortê 10 kortên biçûk ên [[Volkan|volkanîkî]] hene.
 
== Xweza ==
=== Flora ===
[[Wêne:Nemrut kaldera 4.jpg|thumb|300px|Dîmenek ji gol ava germ û xwezaya golê]]
Nêzî 450 cureyên nebatan li gola Nemrûdê û derdora wî hatin tomarkirin. Ji wan derdora 200 (ji sedî 44) ji cûreyên nebat ên herêmê ne. Cihêrengiya florayê guherbariya şert û mercên avhewayê yên berê destnîşan dike. Nêzîkî 38 (8.4%) ji cureyên riwekên heyî endemîk in. Kulîlka guldexwîn ku li vir şîn dibe, yek ji kulîlkek navdar ên cîhanê ye. Nebata klîmîkê ya gola Nemrudê, bizûka por (Betula) û hêşînahiyê lerzok (Populus tremula) pêk tîne.<ref name=":0" />
 
=== Fauna ===
Qada ku bûye xwedî parastina taybet jibo teyrên wekê Werdekên kovî, Teyrên grîfon û Teyrêbaz a zêrîn re bûye qada hêlînê. Gola Nemrûdê cihê rawestgeha [[Quling|Teyrên koçer]] e, ji ber nêçîra bêdestûr û bê kontrol hejmara cureyên çûkan li golê kêm bûye. Ajalên ku niha li herêmê tên dîtin ev in: cureyên Çivîkan, [[Kew]] [[Werdeka golan|Werdekên kovî]], [[Mêşhingiv]] û Peleçemk, [[Ask|Xezal]] û [[Hirç]] e. Jiber nêçîrê bê kontrol [[Pezkovî]] li herêmê nemane.<ref name=":0" />
 
== Abîdeya xwezayî û Ramsar ==
Gola krater a Nemrûdê di sala 2003an de wekî abîdeyek xwezayî hatiye diyarkirin.<ref>{{Cite web|url=http://ramsar.rgis.ch/cda/en/ramsar-documents-list-turkey-nemrut/main/ramsar/1-31-218%5E26172_4000_0__|title=Ramsar Convention - The Ramsar List|date=2017-02-02|website=web.archive.org|access-date=2022-01-12|archive-date=2017-02-02|archive-url=https://web.archive.org/web/20170202061909/http://ramsar.rgis.ch/cda/en/ramsar-documents-list-turkey-nemrut/main/ramsar/1-31-218%5E26172_4000_0__}}</ref> Qada gola niha parastî ye û qada parastî ya li dora gola kraterê bi qasî 4.8 km² ye.
 
Rêz 57:
</gallery>
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
== Girêdanên derve ==
{{Commonscat-b}}
 
{{Golên Kurdistanê}}
 
[[Kategorî:Golên Kurdistanê]]
[[Kategorî:Golên Bakurê Kurdistanê]]