Tewere: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Şablon:Bikaranîna dîroka rms AWB
Etîket: Betalkirina destî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Tewere''', '''rîşaledemar''' an jî '''akson''' (bi îngilîzî: ''axon'') beşekî [[Demarexane|demarexaneyê]] yê.
 
Xaneya demar bi şeweyê liqar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji [[parzûna xaneyê]] ber bi derveyê demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê bi navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko [[Demareragihandin|demareragihandinan]] vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.
 
== Anatomiya tewereyê ==
[[Wêne:Bergê maylînî ku.png|thumb]]
Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroîdî ya [[çavê mirov]] de bi navê amakrîn (''amacrine)'' hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e. Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê bi navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta pêşîn (seretayî) jî tê bi navkirin. Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya [[Dendrît|dendrîtan]] tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweya [[erkê kar]] (bi îngilîzî: ''action potential'') derbasî tewereyê dibe<ref name="Human anatomy" />. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. Tewereyî hin xaneyên demarê bi pêkhateyek [[Lîpîd|çewrî]] dorpêçî ye<ref name="Anatomy and physiology" />. Ev pêkhate wekî [[bergê maylînî]] tê bi navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike<ref name="OpenStax, Biology" /><ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Ji xeynî xaneyên [[Koendamademarekoendama demar|demarekoendamanavendî]] navendî, bergê maylîni yê tewereyê demarexaneyan ji [[Xane|xaneyên]] Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji boybo demarexaneyan. Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de hin beşên tewereyê bê maylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî [[girêya Ranvier]] tê bi navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewerê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî [[demarekotahî]] bi nav dibe<ref name="Human biology" />. Erka kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayek kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi [[Xaneya paşgehînke|xaneyên paşgehînke]] ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna [[xaneya paşgehînke]] de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehînke rastê hev tên, wekî [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeya demarî]] an jî gehînke (bi îngilîzî:''synapse'') tê bi navkirin<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>.
[[Wêne:Demarexane ku.png|thumb|220x220px|Bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê]]
 
== Erkê tewereyê ==
 
Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyêlaşê xaneyê ber bi dûrê demarexaneyê. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin boybo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek [[masûlke]] an jî xaneyek [[Rijên|rijênê]] be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum (Na<sup>+</sup>) û potasyumê ( K<sup>+</sup>) çê dibe<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin<ref name="visualizing-human-biology" />.
 
== Nexweşiya MS ==
Hin caran [[Bergiriya destketî|koendama bergiriya]] mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê bênewere tunekirin<ref name="Human biology" />. Bi taybetî [[Xaneya T|xaneyên T]] yên [[Sîstema lîmfê|lîmfê]] ,êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref><ref name="Anatomy and physiology" />. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimrebimire. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyandemarexaneyan, loma navê nexweşiyê '''fire reqbûna demarerîşal''' e. (bi îngilîzî:''multiple sclerosis'' (MS))
 
== Çavkanî ==