Împeratoriya Osmanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
Reverted to revision 1074005 by 2001:871:210:729:A429:52E8:A1C6:857C (talk) (TwinkleGlobal)
Etîket: Betal bike
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 66:
 
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê [[Zilamê Nexweş ê Ewropayê]] dihate nasîn. Bi derbeya Jon Tirkan (1908) desthilata Osmaniyan kete bin destê [[Îtihad û Teraqî]]yê. Ew di [[şerê cîhanê yê yekem]] de di aliyê [[Elmanya]]yê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê{{Çavkanî hewce ye}} li dijî [[ermenî]] û [[mesîhî|mesîhiyên]] din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna [[Fransa]] û [[Brîtanya]]yê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun; sedema mezintirîn ya parçebûna Osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.<ref>Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193</ref> Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan [[komara Tirkiyeyê]] hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala [[1923]]an de bi dawî bû.
 
bona ku sedemên belavbûna Împeratoriya Osmanî bê diyar kirin, divê ku mirov li ser avabûna Împeratoriya Osmanî raweste.
 
Împartoriya Osmanî jî, di destpêkê de encama desthilatdarî û şerê bandorî ya malbeta Osmanî dest avabûna xwe kir.
 
Piştî ku di nav eşîr û cemaatên cihê û cihê de yekîtiyek pêk anî, împaratoriya Osmanî, ji bona ku desthilatdariya xwe fireh bike, ji bona xwe siyaset û mejiyekî emperyal û kolonî çêkir; firehkirina sînorê Osmaniyan ji bona xwe kir armanc.
 
Ev siyaseta Osmaniya, bi awayekî siyaseta avabûyina împaratoriyên erebî, wek împeratariyên eyyûbî, emewî û Edulusî bû.
 
Osmaniyan jî ceribandina desthilatdariya îslamê, eyyubîyan, emewiyan, endulusiyê ji bona xwe wek wîzyon û stratejiyekê tespît kirn. Osmanî û di ev stratêjiya xwe de jî bi ser ketin.
 
Osmaniyan, bi şer û êrişkeriya emperyal heta ber deriyê Wîyanayê çûn û li wir şikest xwarin, vegeriyan.
 
Lê encama vê êrişê Balkan ket bin bandora Osmaniyan. Li Balkanan jî Yunanî û Bulgarî û gelek gelên din dijiyan; ev gelan,  herêm û welatê wan gelan ketin bin bandora Osmaniyan. Cezîra û welatên Ereban jî ket bin bandora Osmaniyan. Kurdistan û Ermenîstan jî ket bin desthilatdariya Osmaniyan.
 
Osmaniyan împeratoriyek ava kirin. Di Osmaniyan de gelên bindest desthiladariya merkezî bi Osmaniyan re parve nedikir û gelê bindest ji desthilatdariyê dûr dihatin sekinandin.
 
Bes gelên bindest li herêmên xwe nîv-azad û nîv-otonom bûn. Ev yeka di Împaratoriya Osmanî de her dem dibû pirsgirêkeke mezin û şerîhildanan. Lewra qanûneke xwezayî heye, ku her kesek û her gelek û her netewek dixwaze ku qasî kesê din, gel û neteyên din xwediyê maf be.
 
Imperatoriya Osmanî, dewleteke nîv-merkezî û feodal û kolonyalîst bû. Di Împeratoriya Osmanî de her gel, weletek, herêmek nîv-azad û nîv-otonom bû. Lê ev sîstema ji bona gelan zîndenek bû. Ji bona vê yekê dema ku Împaratoriya Osmanî tê bi nav kirin, wek zîndana gelan dihat bi nav kirin. Rastî jî, '''“'''Împaratoriya Osmanî zîndana ku gel tê de dijî bû'''.”''' Di Împeratoriya Osmanî de desthilatdariya merkezî di destê Osmaniyan de bû.
 
Osmaniyan desthilatdariya xwe bi ew kesên ji gelên bindest hatibûn dida meşandin.
 
Leşkerê Osmaniyan jî, leşkerekî taybetî bû jê re digotin ku “Yenîçerî”. Yenîçerî, ji zarokên gelên bindest yên dihatin ava dibû. Piştî ku zarok mezin dibûn û dibûn leşker, wan dê û bavên xwe; ê girîngtir jî gel û netewa xwe nas nedikirin. Leşker ji kesên bê kok û bê esil ava dibû. Ev leşkeriya bê kok û bê esil û bi wateyeke din bê netewe, wê demê gelek bi hêsanî û bê tirs û bê wîjdanî dikarî êriş bibe ser gel û herêmên din. Li ser gelan û herêmên gelên ji Osmaniyan cuda bandoreke xurt ava dikirin û tadeyeke mezin li ser wan dimeşandin.
 
Gelên di bin bandora Osmaniyan de jî, ji bona, ku ji bin bandora wan derkevin, azad û serbixwe bin jî,  Kurd di serî de, li herêmên xwe li hemberî desthilatdarî û karbidestiya Osmaniyan serîhildidan. Lê hezar mixabin ev gelên bidest heta beriya salên navîna 1800-î nikarîn ji bin bandora Împaratoriya Oamaniyan derkevin.
 
Piştî Şoreşa Fransayê (1789), li dinyayê û bi aybetî jî li Ewrupayê nasyonalîzm pêş ket û pêvajoya dewletên milî dest pê kir. Encama Şoreşa Fransayê derket holê ku bi sîstemeke otorıter û hişk ya kolonyalîst, li herêmên din desthilatdarî û bandor meşandin gelek zehmet e. Lewra di nav gelên balkanî û ne balkanî de şûureke nû ya milî çê bû; ji bona azadî û serxwebûna xwe tevdigeriyan.
 
Di vê qonaxê de di nav rewşenbîr û desthilatdarên Osmanî de jî minaqeşeyan dest pê kir. Beşek desthilatdar û rewşenbîrên Osmanî, gelek aşkere diyar kirin, ku bi sîstemeke otorîter û hişk ya kolonyalîst, yekîtiya Împaratoriya Osmanî parastin ne mimkûn e û divê ku sîstem gorî rastiyên plûral ya olî û neteweyî û gelî jinûve realîze bibe. Sıstemeke ne merkezî/adem-î merkezî ava bibe. Prens Sebahaddîn yek ji wan kesan bû ku Osmanicitî jinûve şirova dikir û osmaniya nû wek fikrekî û senaryoyeke nû pêşniyar dikir. Lewra Presns Sebahaddîn dinya û Ewrupa nas dikir; sîstemên sîyasî nas dikir. Jiyana neteweyan ya hevmişterek dikare çawa û di çarçewa kîjan sîstemê de bimeşe dizanî.  Lê desthilatdarên Osmaniyan dixwestin ku sıstema kevn ya otorîter û hişk ya kolonyalîst bimeşînin.
 
Împeratoriya Osmanî, her çiqas hat xwestin jî sîstema ya hişk û nedemokrat neguhart û xwest ku sîstema xwe bi awayekî hişktir bidomîne û lê biserkeneket. Gel û neteweyên balkanî di sedasala 19-an de ji Împaratoriya Osmaniyan veqetiyan û bûn neteweyên azad û welatên serbixwe.
 
Li Împeratoriya Osmanî encama nasyonalîzm û pêvajoya dewletên milî parçebûnê dest pê kir û di destpêkê de jî gelên balkanî, di vê pêvajoyê de biserketin. Azadbûna gelên balkanî û serxwebûna welatên balkanî, di nav Împeratoriya Osmanî de tirseke mezin dest pê kir, ku neteweyên ereb, kurd, ermen jî dê ji Împaratoriya Osmanî veqetin û bibin dewletên serbixwe. Di wê qonaxeê de di dawiya sedsala 19-an û destpêka sedsala 20-an de li Împeratoriya Osmaniyan pêvajoyeke nîjadperesytî ya tirk û îttîhat terakkîçitî dest pê kir. Îttîhat Terakkîciyan ji bona, ku yekîtiya Împeratoriya Osmanîyan biparêze û gelên bindest azad û serbixwe nebin, dest bi zulmeke mezin kirin û li hemberî neteweyên bindest, bi taybetî jî li hemberî kurdan û ermeniyan siyaseteke gelek dijwar ya nîjadperestî meşandin.
 
Ermenî ji bona ku gelekî ne îslam û xirîstiyan bû, îttîhat terakkîcî ditırsiyan ku welatên ewrupayê dê ji wan re xwedî derkevin û emenîsteneke serbixwe ava bikin, di destpêka sedasala 20-an de di sala 1915-an de li hemberî gelê ermenî jenosîdek meşandin û di ev jenosîda xwe de jî bi serketin.
 
Lê ev tirsa wan piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn bû rastiyekê. Piştî ku Împaratoriya Osmanî şer wenda kir di sala 1920-an de girêdayî Peymana Sewrê Împaratoriya Osmanaiyan mecbûr ku avabûna Ermenîstanê û Kurdistanê re, bibêje erê. Ev peymana encama daxwaza Rojavayê û Ewrupayê pêk hat, Hezar mixabin dîsa bi îradeya Ewrupayê jî ev peymana ji holê rabû. Lê di despêka sedsala 20-an de jî gelên ereb ji Împaratoriya Osmaniyan veqetiyan û bûn xweser û ketin bin mandeya Îngilîz û Fransiziyan.
 
Di encamê de ez dikarim bibêjim, ku sedema parçebûna Împeratoriya Osmanî, netewe û gelên bindest. Azadbûn û xweserbûna van gelan bû. Dema ku gel û neteweyên bindest azad û serbixwe bûn, welatên wan ji Împaratoriya Osmanî veqetiya, erdê împaratoriyê biçûk bû. Rejîma Kemalîst jî, piştî salên 1919-yî û bi taybetî jî piştî sala 1923an Împeratoriya Osmanî ji holê rakirin û rejîma sultanî/qraliyetê û xelıfetiyê dawî anîn û Komara Tirkiyeyê wek dewleteke nû ya unîter û neteweya tirk ava bû.  Kurdistan bes wek kolonî ji Komara Tirkiyeyê re ma. Îro jî, desthilatdarî û kolonyalîzma Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê dom dike.
 
==Daxuyaniya û Parastina Împaratoriya Osmanî==