Qahîre: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Betalkirina destî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 15:
 
===Demazirandin û pêşvebirina bajêr===
[[Wêne:The story of Cairo (1906) (14782234955).jpg|thumb|Plana Qahîreyê ya beriya 1200 piştî zayînê ye ku ji hêla Stanley Lane-Poole (1906) ve hatie çêkirin. Di planê de cîhê avahiyên Fatimiyan, Keleha Selahedîn û şûnwarên berê nîşan dide.]]
Di sala 969an de împeratoriya Fatimiyan a şîa ya îsmaîlî piştî desthilatdariya Îfriqiyê Misirê bi dest xist. Generalê fatimiyan [[Cewher Elsaqilî]] bajarekî nû yê kelehî li bakurê rojhilatê [[Fustat]] û [[Elqataî]] ya berê ava kir. Çar sal derbas bûn ji bo avakirina wî bajarî, ku di destpêkê de bi navê [[Elmanşûriye]] dihat zanîn ku diviya bû ji bo paytexta nû ya xelîfetiyê xizmet bike. Di wê demê de, avakirina [[Zanîngeha Elezherê]] bi fermana xelîfe hat destpêkirin, ku ev zanîngeha sêyem kevintirîn zanîngeha cîhanê ye. Qahîre dê di dawiyê de bibe navendeke fêrbûnê, di gel [[pirtûkxaneya Qahîreyê]] ku bi sed hezaran pirtûk tê de hene.<ref>{{Cite journal|last=Bacharach|first=Michael|date=2006-12-31|title=Beyond Individual Choice|url=http://dx.doi.org/10.1515/9780691186313|doi=10.1515/9780691186313}}</ref> Gava xelîfe [[Elmu'izz lî Dîn Allah]] di sala 973an de ji paytexta fatimiyan Mehdiya ji [[Tûnis|Tûnisê]] hat, navê navê bajêr wekî [[Qahirat Elmu'izz]] guherand, ku navê "Qahîre" ya îro (al-Qāhira) ji vê navê tê.<ref>{{Cite journal|last=Morris|first=James W.|date=1990|title=<i>The Concise Encyclopedia of Islam</i>. Cyril Glassé|url=http://dx.doi.org/10.1086/488395|journal=The Journal of Religion|volume=70|issue=2|pages=305–306|doi=10.1086/488395|issn=0022-4189}}</ref> Xelîfe di komplekseke qesra fireh û berfereh de dijiyan ku dilê bajêr dagir kiribû. Qahîre di piraniya vê serdemê de wekî bajarekî padîşahiyê bi taybetî bêhempa ma, lê di dema serweriya [[Bedir Elgamalî]] de wekî wezîr (1073–1094) yekem car sînorkirin hatin sistkirin û ji bo malbatên dewlemend ên Fustatê destûr hat dayîn ku derbasê bajêr bibin. Di navbera salên 1087 û 1092an de Bedir Elgemalî jî dîwarên bajêr bi keviran ji nû ve ava kir û deriyên bajêr Bab el-Futuh, Bab el-Nasr û Bab Zuweila ku heta roja îro jî li ser piyan e, ava kirin.