Qahîre: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 14:
Lêbelê koka Qahîreya nûjen bi gelemperî ji rêzek niştecîhên hezarsala yekem a piştî zayînê de tê şopandin. Li dora sedsala çarem, ji ber ku Memphis di girîngiya winda dikir, Romayiyan kelehek mezin li ser perava rojhilatê Nîlê ava kirin. Keleha ku jê re Babîl tê gotin, ji aliyê împeratorê romayê [[Diokletian]] (285–305) ve li ber deriyê qenalekî ku [[Nîl|Nîlê]] bi [[Deryaya Sor]] ve girê dide ku berê ji aliyê împerator [[Trajan]] (98–115) ve hatibû çêkirin, hatiye avakirin. Li bakurê kelehê, li nêzî navçeya îro ya [[Elazbekiya]], bender û qereqoleke kelehî bû ku bi navê [[Tendonyas]] yan jî [[Umm Duneyn]] tê zanîn. Di gel ku li herêmê ji xeynî kelehên Romayê tu avahî ji sedsala 7an kevntir nehatine parastin lê delîlên dîrokî destnîşan dikin ku li herêmê bajarek mezin hebûye.
===Demazirandin û pêşvebirina Qahîreyê===
Di sala 969an de împeratoriya Fatimiyan a şîa ya îsmaîlî piştî desthilatdariya Îfriqiyê Misirê bi dest xist. Generalê fatimiyan [[Cewher Elsaqilî]] bajarekî nû yê kelehî li bakurê rojhilatê [[Fustat]] û [[Elqataî]] ya berê ava kir. Çar sal derbas bûn ji bo avakirina wî bajarî, ku di destpêkê de bi navê [[Elmanşûriye]] dihat zanîn ku diviya bû ji bo paytexta nû ya xelîfetiyê xizmet bike. Di wê demê de, avakirina [[Zanîngeha Elezherê]] bi fermana xelîfe hat destpêkirin, ku ev zanîngeha sêyem kevintirîn zanîngeha cîhanê ye. Qahîre dê di dawiyê de bibe navendeke fêrbûnê, di gel [[pirtûkxaneya Qahîreyê]] ku bi sed hezaran pirtûk tê de hene.<ref>{{Cite journal|last=Bacharach|first=Michael|date=2006-12-31|title=Beyond Individual Choice|url=http://dx.doi.org/10.1515/9780691186313|doi=10.1515/9780691186313}}</ref> Gava xelîfe [[Elmu'izz lî Dîn Allah]] di sala 973an de ji paytexta fatimiyan Mehdiya ji [[Tûnis|Tûnisê]] hat, navê navê bajêr wekî [[QahîratQahirat Elmu'izz]] guherand, ku navê "Qahîre" ya îro (al-Qāhira) ji vê navê tê.<ref>{{Cite journal|last=Morris|first=James W.|date=1990|title=<i>The Concise Encyclopedia of Islam</i>. Cyril Glassé|url=http://dx.doi.org/10.1086/488395|journal=The Journal of Religion|volume=70|issue=2|pages=305–306|doi=10.1086/488395|issn=0022-4189}}</ref> Xelîfe di komplekseke qesra fireh û berfereh de dijiyan ku dilê bajêr dagir kiribû. Qahîre di piraniya vê serdemê de wekî bajarekî padîşahiyê bi taybetî bêhempa ma, lê di dema serweriya [[Bedir Elgamalî]] de wekî wezîr (1073–1094) yekem car sînorkirin hatin sistkirin û ji bo malbatên dewlemend ên Fustatê destûr hat dayîn ku derbasê bajêr bibin. Di navbera salên 1087 û 1092an de Bedir Elgemalî jî dîwarên bajêr bi keviran ji nû ve ava kir û deriyên bajêr Bab el-Futuh, Bab el-Nasr û Bab Zuweila ku heta roja îro jî li ser piyan e, ava kirin.
 
==Çavkanî==