Qahîre: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 14:
Lêbelê koka Qahîreya nûjen bi gelemperî ji rêzek niştecîhên hezarsala yekemê pzê de tê şopandin. Li dora sedsala çaremîn, ji ber ku Memphis di girîngiya winda dikir, Romayiyan kelehek mezin li ser perava rojhilatê Nîlê ava kirin. Keleha ku jê re Babîl tê gotin, ji aliyê împaratorê romayê Diokletîan (j. 285–305) ve li ber deriyê qenalekî ku [[Nîl|Nîlê]] bi [[Deryaya Sor]] ve girêdide ku berê ji aliyê împarator Trajan (j. 98–115) ve hatibû çêkirin, hatiye avakirin. Li bakurê kelehê, li nêzî navçeya îro ya el-Azbekiya, benderek û qereqolek kelehî bû ku bi navê Tendonyas yan jî Umm Duneyn tê zanîn. Digel ku li herêmê ji xeynî kelehên Romayê tu avahî ji sedsala 7an kevntir nehatine parastin lê delîlên dîrokî destnîşan dikin ku li herêmê bajarek mezin hebûye.
===Demazirandin û pêşvebirina Qahîreyê===
Di sala 969an de Împaratoriya Fatimiyan a Şîa ya Îsmaîlî piştî desthilatdariya Îfriqiyê Misirê bidest xist. Generalê Fatimiyan Cewher El Saqilî bajarekî nû yê kelehî li bakurê rojhilatê [[Fustat]] û [[El-Qataî]] ya berê ava kir. Çar sal derbas bûn ji bo avakirina wî bajarî, ku di destpêkê de bi navê el-Manşûriye dihat zanîn ku diviya bû jibo paytexta nû ya xelîfetiyê xizmet bike. Di wê demê de, avakirina [[Zanîngeha Elezherê|el-Ezherê]] bi fermana xelîfe hat destpêkirin, ku ev zanîngeha sêyem kevintirîn zanîngeha cîhanê ye. Qahîre dê di dawiyê de bibe navendek fêrbûnê, digel pirtûkxaneya Qahîreyê ku bi sed hezaran pirtûk tê de hene.<ref>{{Cite journal|last=Bacharach|first=Michael|date=2006-12-31|title=Beyond Individual Choice|url=http://dx.doi.org/10.1515/9780691186313|doi=10.1515/9780691186313}}</ref> Gava Xelîfe [[el-Mu'izz lî Dîn Allah]] di sala 973an de ji paytexta Fatimiyan Mehdiya ji [[Tûnis|Tûnisê]] hat, navê navê bajêr wekî Qāhirat al-Mu'izz guherand, ku navê "Qahîre" ya îro (al-Qāhira) ji vê navê tê.<ref>{{Cite journal|last=Morris|first=James W.|date=1990|title=<i>The Concise Encyclopedia of Islam</i>. Cyril Glassé|url=http://dx.doi.org/10.1086/488395|journal=The Journal of Religion|volume=70|issue=2|pages=305–306|doi=10.1086/488395|issn=0022-4189}}</ref> Xelîfe di komplekseke qesra fireh û berfereh de dijiyan ku dilê bajêr dagîr kiribû.
 
==Çavkanî==