'''Pehlewî''', '''Partî'''<ref>{{Cite journal|last=ŞUCAÎ|first=Behroz|date=2001|title=Zimanê partî|url=https://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/ku28.pdf|journal=Kovara Kurmancî|language=ku|volume=28|pages=1, 2|archive-url=https://web.archive.org/web/20200715103455/https://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/ku28.pdf|archive-date=2020-09-08|access-date=2020-09-08}}</ref> an jî '''Sasanî''' ({{bi-fa|پارسی میانه|Parsi-ye miyane}}) zimanek ji zimanên kevin yên [[zimanên Îranî|îranî]] ye. Ji aliyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî zayînê heta sedsala heftê ya piştî zayînê li [[Îran|Îranê]] li kar bûye. Zimanê berî vî zimanî bi navê [[farsiyaPehlewî’ya kevnar]] û zimanê piştî vî zimanî jî bi navê [[farsiyaPehlewî'ya derî]] anko [[farsiya nû]] dihêt niyasîn.
<ref>Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.</ref>
Du qonaxên diyar di dîroka Pehlewî da berçav in: FarisiyaPehlewî'ya [[Eşkanî|Eşkaniyan]] (248ê Berî Îsayî– 224ê Piştî Îsayî) û farisiyaPehlewî'ya [[Sasanî|sasaniyan]] (224–651 Piştî Îsayî). Pehlewî tevî zimanên kevin ên dî yên îranî yên wekî [[suxdî]], [[xwarezmî]] û [[osetî]] li kar bûye. Pehlewî ya ku li dema [[emperatorîimparatorî]]ya Sasaniyan li kar bûye bi navê [[pehlevî]] navdar e. Lê bi her awayî bit, havilî û wekheviya vî zimanî digel zimanê kurdî, nemaze kurmanciyê gelek ji haviliya wê bi farisî ya îro re zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê sasaniyan bûye.