Borrîmîz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpel hat valakirin
Min hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê zêde kir.
Rêz 1:
[[Wêne:Koendama mîzê ku.png|thumb]]
'''Borrîmîz,''' an jî '''borriya mîzê''' (bi latînî: ''ureter'') cotek pêkhateyên lûleyî ne, [[Mîz|mîzê]] ji hewza gurçikan, diguhazînên bo [[Mîzdank|mîzdankê]].
 
Ji her [[Gurçik|gurçikek]] mirov, borrîmîzek ber bi mîzdankê ve dirêj dibe. Dirêjiya asayî ya borrîmîzên mîrovê temenê pêgihîştî bi qasî 25 heta 30 santîmetre ne.<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>
 
Borrîmîz ji hewza gurçikan derdikevin, li aliyê paşê [[Kelênên laşê mirov|zikekelênê]] de ber bi jêr heta mîzdankê dirêj dibin. Li nêzîkê binê mîzdankê, li aliyê paş de, di beşa trîgonê ya mîzdankê de di nav masûlkeyên detrusorê derbas dibin û digihîjin mîzdankê.<ref>Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "ureter". ''Encyclopedia Britannica'', 18 Jan. 2018, [https://www.britannica.com/science/ureter]. Accessed 10 May 2022.</ref>
 
Kotahiya borrîmîzê di nav masûlkeyan de piçek xwar dirêj dibe.Borrîmîz di dîwarê mîzdankê de wisa derbas dibe ko dema mîzdank bi mîzê tijî dibe û pestoya nav mîzdankê zêde dibe, [[Masûlke|masûlkeyên]] detrusor ên li diwarê mîzdankê, serê borrîmîzê diguvêşên. Guvaştina masûlkeyan, rê li ber mîza nav mîzdankê digire ko paşve neherrike nav borrîmîzan.<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>
[[Wêne:Urinary System Large Unlabeled ku.png|thumb|Borrîmîz ji gurçikan heta mîzdankê dirêj dibin.]]
Dîwarê borrîmîzê ji sê çînan pêk tê<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>
 
Çîna navî, ango navpoşê borrîmîzê ji lînceperdeyê pêk tê. Lînceperde [[Rûkeşeşane|rûkeşeşanaya]] guherbar û xaneyên goblet lixwe digire. Xaneyên goblet lîncemade der didin û navpoşê borrîmîzê ji madeyên ziyanbexş diparêzin.<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>
 
Çîna naverastê ya borrîmîzê ji [[Lûsemasûlke|lûsemasûlkeyên]] dirêjkî û bazinî pêk tê û wekî çîna masûlkî tê navkirin. Çîna masûlkeyên dirêjkî li aliyê derve, masûlkeyên bazinî ji li aliyê navî de cih digire. Lûsemasûlke bi perîstalsîyê mîzê di nav borrîmîzê de ber bi mîzdankê tehn didin.<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>
 
Çîna derve ya borrîmîzê ji ji rîşalên [[Bestereşane|bestreşane]] û [[Lîpîd|çewrî]] pêk tê. Çîna derve, borrîmîzê bi pêkhateyên derdorê ve girê didin û cihê borrîmîzan sabit dikin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>
 
Ji gurçikê ber bi mîzdankê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîmîzan, beş bi beş rû dide. Ango hemû masûlke bi carek ve girj nabin. Dor bi dor û bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyan borrîmîzan wekî perîstalsî tê navkirin. Bi pêlên perîstalsiyê, mîz di nav borrîmîzan de ji gurçikan ber bi mîzdankê ve tê tehnkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.Ji ber paldana masûlkeyan, pestoya mîza nav borriyan bi têra xwe zêde dibe. Loma tevî guvaştina masûlkeyên detrusor, dîsa jî mîz ji borrîmîzan diherrike nav mîzdankê.<ref name="medical physiology"/>
 
Çalakiya masûlkeyên borrîmîzê ji aliyê herdu sisteman; sîstema sîmpasawî û ya parasîmpasawî ve tên kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî ya [[demarekoendama xweyî]] çalakiyên masûlkeyên borrîmîzan zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya masûlkeyan kêm dike.<ref name="medical physiology"/>
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
[[Kategorî:Biyolojî]]
[[Kategorî:Koendama mîzê]]