Mizgeft: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 5:
 
== Dîrok ==
Di rojên destpêkê yên Îslamê de, avahîyên sade ji bo perestina [[Xweda|Xwedê]], ku mala [[Muhemmed]] li [[Medîne]]<nowiki/>yê tîne bîra mirovan, dihatin çêkirin. Di wan rojan de mizgeft tune bûn, ji ber vê yekê îbadet û nimêjkirina ji Xwedê re li qadên vekirî û bi xetên xêzkirî dihatin kirin. Pêxember Mihemed di dema koçkirina Medîneyê de çend rojan li cihekî bi navê Quba li nêzî Medîneyê ma. Pêxember dema ku li Qubayê bû mizgeftek çêkiribû ku heta îro wek [[Mescîda Quba]] tê zanîn. Di destpêka [[hîcret]]<nowiki/>ê de qibleya misilmanan [[Orşelîm|Quds]] bû. Paşê hat ragihandin ku qible Kabe ye. Mizgefta ku tê de ayeta guhertina qibleyê ji Pêxember re hatiye nazilkirin, niha [[Mizgefta bi Du Qibleyan|mizgefta bi du qibleyan]] li nêzî Medîneyê ye.
 
Di [[Quran|Qur'an]]<nowiki/>ê de di derbarê mizgeftê de wiha hatiye gotin: "Bêguman mala pêşîn a ku (ji bo îbadetê) ji mirovan re hatiye avakirin a li Mekkê (Ke‘be) ye, cihekî pîroz e û ji bo xelkê cihê hîdayetê ye."<ref>{{Cite web|url=https://yayin.diyanet.gov.tr/File/Download?path=549_1.pdf&id=549|title=sûreyê alî îmran ayet 96 (3-96)}}</ref>. Pêxember Muhammed gotiye ku qibleya duyemîn [[Mescîda Eqsa]] ye.
Rêz 14:
Dîroka mizgeftê di Îslamê de dema ku Pêxemberê Îslamê dest pê kir ku dînê Îslamê ji mirovan re ragihîne, dest pê kir. Di wê demê de rêveberiya Mekê nehişt ku Pêxemberê Îslamê li Kabeyê îbadetê bike. Misilmanên din jî ji bo ku ji zilmê dûr bikevin nimêja xwe li [[mal]] û zeviyên cuda dikirin. Dema ku Pêxemberê Îslamê di sala 622an de koçî Medîneyê kir, erdê mizgefta ku li wir bê çêkirin destnîşan kir. Bi vê yekê re hîmê îbadetxaneya bi navê [[Mescîda Nebewî|Mescida Pêxember]] hat avêtin û di demeke kin de hat avakirin. Li pişt mizgeftê, cîhek ji bo Suffa (odeyên li dora Mescida Nebewî li Medîneyê) hatibû veqetandin, ku em dikarin jê re bibêjin yekem [[zanîngeh]]<nowiki/>a Îslamê. Ji ber ku li Medîneyê hejmara misilmanan zêde bû, hejmara mizgeftên ku nimêja rojane lê dihat kirin zêde bû.
 
[[Nimêja înê]] li Mescîda Nebewî hat kirin. Piştî Mescîda Nebewî gelek mizgeft hatin çêkirin û nimêja înê dest pê kir. Ev hemû nîşan didin ku Pêxemberê Îslamê di dema jiyana xwe de ji bo îbadetê Mislimanên ku li herêmên curbecur dijîn, mizgeft hebûn. Hin eşîrên misilman jî (li [[Taif]]<nowiki/>ê) li şûna perestgehên berê mizgeft çêkirin. Piştî wefata Pêxemberê Îslamê, qebûlkirina Îslamê gelek zêde bu û avakirina mizgeftan jî zêde bu.
 
== Termên Mizgeftê ==