Gehînkeya kîmyayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Şablon:Bikaranîna dîroka rms AWB
Etîket: Betalkirina destî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:SynapseSchematic lines ku.svg|thumb|Gehînke pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji boybo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din.  ]]
'''Gehînkeya kîmyayî''', qada ragihandina erkê kar bi navbeynkariya madeyên kîmyayî.
 
Kartêkirên hawirdorê dibin sedema çêbûna erkê kar, ango demreragihandinê. Erkê kar ji tûmika [[Tewere|tewereyê]] dest pê dike heta kotahiya tewereyê bi şêweyê elektrîkî tê guhaztin. Kotahiya tewereyê bi [[Demarexane|demarexaneyêk]] din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya [[masûlke]] an jî bi xaneya [[rijên]] ve di nav têkiliyê de be. Divê [[erkê kar]] (demareragihandin) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî [[Xane|xaneyên]] din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî [[gehînke]] an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya gehînkeya demarî tê gihandin.
 
== CureyêCorê gehînkeyan ==
Du curecor gehînke heye, gehînkeya elektrîkî û gehînkeya kîmyayî<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
=== Gehînkeya elektrîkî ===
Rêz 25:
* Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran.
 
Di tewerekotahiyê xaneya pêşgehînke de kîsikên hûrikên bi qasî tîreya 20 nanometre hene, ji van kîsikan re dibêjin [[çikildanên gehînkeyê]]. Di nav çikildanên gehînkeyê de madeyên kîmyayî heye, ev madeyan wekî [[demareguhêzer]] tê navkirin. Demereguhezer bi awayek rêkûpêk (sîstematîk) di tewerekotahiyê de tê berhemkirin. Ji boybo berhemkirinê, enerjiya [[ATP]] ji [[Mîtokondrî|mîtokondriyên]] li tewerekotahiyê tê bi destxistin. [[Enzîm|Enzîmên]] ji boybo berhemanîna demareguhêzeran di laşê xaneyê de tê berhemkirin, bi navbeynkariya tewereyê ber bi tewerekotahiyê tê guhaztin.
[[Wêne:Gehînke ku.png|thumb|Piraniya ajal xwediyê gehînkeyên kîmyayî ne.]]
 
== Rêbaza gîhandina erkê kar li gehînkeya kîmyayî de ==
Li ser parzûna tewerekotahiyê de cogên kalsiyumê (Ca<sup>2+</sup>) yên jêrdestê voltajê heye<ref name="OpenStax, Biology" />. Gava erkê kar digihîje kotahiya tewereyê, cogê sodyumê vedibin, sodyum (Na<sup>+</sup>)belavbunê nav tewereyê dibe û cemsergiriya wê beşê hildiweşe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Ji ber hilweşîna cemsergiriya [[Parzûna xaneyê|parzûnê]], cogên kalsîyumê ve dibin, iyonên kalsîyumê belavbûnê nav tewerekotahiyê dibin. Her ko xestiya kalsiyumê di nav tewerekotahiya xaneya pêşgehînke de zêde dibe, hin iyonên kalsîyumê bi proteînên li ser rûyê çikildanan ve tên girêdan. Girêdana kalsiyumê çikildanên gehînkeyê handerhan dike, çikildanên bi demareguhêzer tijî, xwe bi parzûna tewerekotahiyê ve dizeliqînin. Parzûna çikildanê yek dibe bi parzûna tewerekotahiyê, bi vî awayê her carê bi sedan çikildan demareguhêzerên nav xwe der didin nav gehînkeqelîşê û demareguhêzer di nav gehînkeqelîşê de belav dibin<ref name="Human anatomy" />. Li ser rûyê derve ya parzûna xaneya paşgehînke de hin proteînên wergir hene. Her proteînêk wergir taybet e ji boybo cureyek corek demareguhêzerek. Demareguhêzerên derdanî, xwe bi proteînên wergir ve girê didin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Ev rewş dibe sedema vebûna cogên iyonê yên jêrdestê kîmyayî li ser parzûna xaneya paşgehînkeyê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>. Bi vebûna cogan, iyonên nav gehînkeqelîş diherrikin nav xaneya paşgehînkeyê. Hinek ji demareguhêzeran dibin sedema hilweşîna cemsergiriya xaneya paşgehînke, bi vê awayê di xaneya paşgehînke de erkê kar dest pê dike. Hin cureyêncorên demareguhêzeran jî xaneya paşgehînkeyê vedigerînin qonaxa cemsergeriyê<ref name="Leland G">Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref>. Ango bi bandora demareguhezeran dibe ko cogên iyonên sodyumê ya xaneya paşgehînke vebin, sodyum ji gehînkeqelişê biherrike nav xaneyê û bibe sedema destpêkirina erkê kar. An jî hin demareguhêzer jî dibin sedema girtina cogên sodyumê û vekirina cogên potasyumê, bi vî awayê potasum ji nav xaneya paşgehînke ber bi derveyî xane diherrike, vegeriyana cemsergiriya xaneya paşgehînke rû dide. Bi her awayê, demareguhêzer dibe sedema guherîna erkê perdeya xaneya paşgehînke.
 
== Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran ==
Erkê demareguhêzer ji boybo carekî ye, ango divê piştê carek şandina ragihandinê, ji boybo xaneya paşgehînke heman ragihandin bi caran li du hev neyê şandin. Loma divê demareguhêzer ji boybo demek kin di nav gehînkeqelîşê de bimîne. Bi dûrxistina demareguhêzeran ji gehînkeqelîşê, li ser xaneya paşgehînke de bandora demaraguhêzer tê rawestandin, erkê parzûna xaneya paşgegînke vedigere qonaxa asayî. Ji boybo rawestandina bandora demareguhêzeran, sê rêbaz heye<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Rêbaza yekem [[Koendama herisê ya mirovan|heriskirin]] û hilweşandina demareguhêzeran e. Ji boybo wê karê, hin ezîm tên derdan. Wekî mînak; asetîlkolîn cureyekcorek ji demareguhezêran e, enzîma kolînesteraz(bi îngilîzî: ''cholinesterase'') asetîlkolînê diherisîne, bi vî awayê bandora demareguhêzerê namîne li ser xaneya paşgehînkeyê<ref name="Campbell" />. Rêbaza duyêm jî dubare mijandina demareguhêzeran e. Xaneya pêşgehînke demareguhêzerên nav gehînkêqelîşê dimijîne nav tewerekotahiyê, bi vî awayê ragihandin tê rawestandin. Rêbaza sêyem belavbûniya demareguhêzeran a ji gehînkeqelişê ye, bi dûrxistina demareguhêzeran jî ragihandin tê rawestandin.