Çikildanên tovavê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 10:
== Derdan û erkê çikildanên tovavê ==
 
Şileya çikildana tovavê şileyek tîr û lîncî ye, gellek [[fruktoz]], asîda sîtrîk, [[proteîn]] û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî ye, ango asta [[Nirxa pH|pH]] a şileyê bilind e. Paşmayiyên asîdî yên li nav [[mîzerê]] û nav coga endama zaûzêya mê, bi navbeynkariya vê şileyê tên nêtarkirin<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Herwisa şileya çikildana tovavê prostaglandîn û fîbrînojen jî lixwe digire<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Fruktoza tovavê ji aliyê [[Mîtokondrî|mîtokondriyên]] sperman ve ji bo bidestxistina [[ATP]] tên bikaranîn<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Prostaglandîn madeyek mîna [[hormon]] e, bi sînyalan masûlkeyên [[Malzarok|malzarokê]] handerhan dike, masûlke girj dibin bi vî awayê [[sperm]] ber bi [[coga hêkê]] tên paldan<ref name="Physiology">Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.</ref>. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.Şileya çikildanên tovavê bi navbeynkariya coga avêtinê tevlê spermên nav lûleya guhêzer dibe û ber bi [[Prostat|rijênê prostatê]] ve tên guhêztin.
 
== Çavkanî ==