Erkê kar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Erkê kar''' an jî '''demareragîhandin''', (bi îngilîzî: ''action potential'')
 
Hemû tişt an jî guherîn ko li hawîrdora zîndewer de peyda dibe û koendama demar a zîndewerê handerhan dike bo têkeve tevgerê û li dij vê guherînê bersîv bide, wekî kartêkir (bi îngilîzî: ''stimulus'') tê binavkirin. Mirov ji kartêkirên hawirdorê bi navbeynkariya [[Hestewergir|hestewergiran]] hayadar dibe. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji [[Demarexane|demarexaneyek]] din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergeriyê, ango [[erkê bêhnvedanê]] tîne. Xerabûna erkê parzûnê (bi îngilîzî: ''membrane potential'') dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika [[Tewere|tewereyê]] ber bi kotahiya tewereyê li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê binavkirin (bi îngilîzî: ''action potential''). Alûgorkirina iyonên sodyum (Na<sup>+</sup>) û potasumê (K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê, lê li xaneyên [[Masûlke|masûlkeyan]] de dibe sedema girjbûna masûlkeyan<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Action potential[(https://www.britannica.com/science/action-potential)]</ref>. Demarexane bi dirustkirina sinyalên elektrîkî, bertek nîşan dide ji bo hin kartêkiran<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning. </ref>. Erkê kar, ragihandinên demarî an jî sînyalên demarî ne ko li ser parzûna tewereyê de tên veguhaztin<ref name="Campbell" />.
 
== Rêbaza hemû yan hîç ==
Rêz 10:
[[Wêne:Action potential ku.svg|thumb|Alûgorkirina iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasumê(K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]]]
Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeyê nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji bo destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeyê elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê (asta şêmûkê) ye, heke bargeyê nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê bi navkirin. Berevajîbûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnêyê, bê ko [[ATP]] xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, K<sup>+</sup> jî li derveyî xaneyê zêde ye. Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref> . Elektrîk cogên sodyumê yên cîran handerhan dike ji bo vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê handerhan dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>.
 
== Ragihandina bazdar ==