Mîz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 14:
Paşmayiyên ji tekşikestina [[Xiroka sor|xirokên sor]] bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna [[Hemoglobîn|hemoglobînê]] lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di [[Kezeb|kezebê]] de tên guhertin û ji bo berhemanîna [[Zerav|zeravê]] tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
 
Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest (tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarekmêjerek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde, dibe, mîz ron û bêrenk dibe. [[Koendama mîzê]] bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjara av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>
 
Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi [[Nirxa pH|pH]] ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H<sup>+</sup>) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pH ya xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO<sub>3</sub><sup>-</sup> ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>