Erkê kar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Şablon:Bikaranîna dîroka rms AWB
Etîket: Betalkirina destî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Erkê kar''' an jî '''demareragîhandin''', (bi îngilîzî: ''action potential'')
 
Hemû tişt an jî guherîn ko li hawîrdora zîndewer de peyda dibe û koendama demar a zîndewerê hander dike boy bo têkeve tevgerê û li dij vê guherînê bersîv bide, wekî kartêkir (bi îngilîzî: ''stimulus'') tê binavkirin. Mirov ji kartêkirên hawirdorê bi navbeynkariya [[Hestewergir|hestewergiran]] hayadar dibe. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji [[Demarexane|demarexaneyek]] din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergeriyê, ango [[erkê bêhnvedanê]] tîne. Xerabûna erkê parzûnê (bi îngilîzî: ''membrane potential'') dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika [[Tewere|tewereyê]] ber bi kotahiya tewereyê li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê binavkirin (bi îngilîzî: ''action potential''). Alûgorkirina iyonên sodyum (Na<sup>+</sup>) û potasumê (K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê, lê li xaneyên [[Masûlke|masûlkeyan]] de dibe sedema girjbûna masûlkeyan<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Action potential[(https://www.britannica.com/science/action-potential)]</ref>. Demarexane bi dirustkirina sinyalên elektrîkî, bertek nîşan dide ji boy bo hin kartêkiran<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning. </ref>. Erkê kar, ragihandinên demarî an jî sînyalên demarî ne ko li ser parzûna tewereyê de tên veguhaztin<ref name="Campbell" />.
 
== Rêbaza hemû yan hîç ==
Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan hîç” (bi îngilîzî: ''all or none'') bertek nîşan dide<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Her kartêkir nikare cemsergiriya xaneyê hilweşîne, ji boy bo destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji [[asta derazînkê]] (bi îngilîzî: ''threshold level'') ya demarexaneyê bilindtir be. Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.
 
== Berevajîbûna cemsergiriyê ==
[[Wêne:Action potential ku.svg|thumb|Alûgorkirina iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasumê(K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]]]
Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeyê nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji boy bo destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeyê elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê (asta şêmûkê) ye, heke bargeyê nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê bi navkirin. Berevajîbûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnîbelavbûnêyê, bê ko [[ATP]] xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, K<sup>+</sup> jî li derveyî xaneyê zêde ye. Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref> . Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy bo vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>.
 
== Ragihandina bazdar ==
[[Wêne:Ragihandina bazdar ku.png|thumb|Xane bi ragihandina bazdar, hê kêmtir ATP xerc dike û erkê kar hê lêztir rû dide]]
Li tewereyên bi [[bergê maylînî]] pêçayî, erkê kar di gireyên Ranvier de çê dibe. Bergê maylînî rê nade ji boy bo guhaztina iyonan, loma erkê kar ji [[gireya Ranvier]] a pêş, baz dide giriya Ranvier a paş<ref name="MOLECULAR BIOLOGY OF THE CELL">Alberts, B. ; et al.( 2015) Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science. ISBN 978-0-8153-4432-2 </ref>. Ew veguhaztina li ser parzûna tewereyê wekî ragihandina bazdar tê bi navkirin( bi îngilîzî: ''Saltatory conduction'')<ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Xane bi ragihandina bazdar, hê kêmtir ATP xerc dike û erkê kar hê lêztir rû dide<ref name="MOLECULAR BIOLOGY OF THE CELL" />. Girêyên Ranvier cogên jêrdestê voltajê yên sodyum û potasyumê lixwe digirin. Leza veguhaztina demareragîhandin li tewereyên bê bergê maylînî de çîrkeyek de bi qasî mêtreyek e.Tewereyên bi bergê maylînî demareragîhandinan bi leza 100 metre serê çîrkeyek de diguhazînin<ref name="Human biology" />. Herwiha erkê kar li tewereyên stûr (qalind) de li gor tewereyên zirav hê leztir tê ragihandin<ref name="Campbell" />.
 
== Vegeriyana cemsergiriyê ==
Her ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeyê xaneyê ji -55mV diguhere, heta +40 mV. Cemsergeriya demarexaneyê di bargeyê +40mV de bi tevahî hildiweşe. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy bo wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Di heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî vedibin. Ji ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de zêde ye, iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnîbelavbûne dibin. Bi derketina iyonên potasyumê, bargeyê hundirê xaneyê cardin ber bi negativê diguhere. BelavbûniyaBelavbûneya potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeyê xaneyê ji cemsergeriya asayî ya -70mV kêmtir dibe. Bi vî awayê dawî li erkê kar tê, lê xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake. Gava asta bargeyê nav xaneyê gihîşt +40mV, cogên sodyumê tên girtin û heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin, loma xane di vê demê de nikare ji hawirdorê kartêkir werbigire<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Vê dema xaneyê, wekî ‫maweya nehêlanî‬ (bi îngilîzî: ''refractory period'') tê bi navkirin.<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>
 
== Pompeya sodyum-potasyumê ==
Pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê kar dikin ji boy bo vegeriyana cemsergiriyê<ref name="visualizing-human-biology" />. Pompeya sodyum- potasyumê ji boy bo alûgorkirina iyonan enerjiya ATP xerc dike. Ango Sodyum û potasyum bi veguhaztina çalak di parzûna [[Demarexane|demarexaneyê]] de tên alûgorkirin<ref name="Human Biology." />.Pompeya sodyum -potasyume her carêk sê iyonên sodyumê der dixe derveyî parzûnê, di heman demê de ji derveyî parzûnê du iyonên potasyumê digire nav xaneyê<ref name="visualizing-human-biology" />. Bi çalakiya pompeyên sodyum -potasyumê rêjeya iyonên sodyum û potasyumê li herdu aliyê parzûna demarexaneyê de digihîje asta asayî ya erkê bêhnvedanê. Ji vî gavê şûn de êdî xane amade yê ji boy bo wergirtina kartêkirek nû.
 
== Çavkanî ==