Eliyê Teremaxî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B paqijî, replaced: (z. → (jdb., îy → iy (2), AWB |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 17:
Teremaxî ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna [[Mûsil]], [[Besra]], [[Bexda]]d û [[zanîngeha Elezherê]] ya Misirê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.
Di dema Eliyê Termexî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra [[zimanê erebî]] ji pirtûkên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi [[kurmancî]] pirtûkek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev
Dîroknasê kurd ê navdar [[Mele Mehmûdê Bazîdî]] di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê [[Erzirom]]ê [[Aleksander Jaba]] kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.
|