'''Jerome Isaac Friedman''' (jdb. {{Jidayikbûn|28|adar|1930}} li [[ChicagoŞîkago]], [[Illinois]]) fîzîknasekî DYAyê ye. Sala [[1990]] bi tevî [[Richard E. Taylor]] û [[Henry W. Kendall]] guncavê [[Xelata Nobel a fîzîkê]] hatiye dîtin ku ji ber xebat û lêkolînên wî yên li ser elastîkiyeta kûr a têhna (tîn) elektron û protonan bû. Xebatên wî û Taylor bandorek mezin li ser fîzîka qûarkan kiriye. Herwiha li ser parçeya dendikî Hadronê. Friedman ji malbateke bingeh-Rûs e. Serî de xwestiye li ser hunerê perwerde bibîne. Heya bigire bo wê bûrs jî girtiye lê paşê biryara xwe dide, dest bi xwendina fîzîkê dike.
Li [[Zanîngeha ChicagoŞîkagoyê]] li cem [[Enrico Fermi]] mastera xwe bidawî dike, sala 1953 û doktorayê jî 1956. Sala 1957 bi tevî Taylor û Kendall, dikeve koma [[Robert Hofstadter]] a li [[Stanford Linear Accelerator Center]] (SLAC) ku li wir xebatên xwe yên bipêşxistina bilezkirina partîsîpan dike. Ev lêkolînên wê jê re [[Xelata Nobelê]] tîne.
Ji sala 1960î ve ew li Înstîtuta Massachusettes a Teknologiyê [[Massachusetts Institute of Technology]] fîzîknas e, sala 1980 dibe gerînendeyê laboratûara fîzîka dendikî (xebatên nûklearê) û di nava salên 1983 heya 1988 jî birêveberê fakûlteya fîzîkê ye.