Şablon:GH/2022/49: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude> left|120px|Nav '''Harry Potter''' rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî ''Hermione Granger'' û ''Ron Weasley'' wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwar..." hat çêkirin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
 
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude>
[[Wêne:Harry Potter wordmark (British).svg|left|120px|Nav]]
'''Harry Potter''' [[Roman (wêje)|rêzeromana]] [[Fantastîk|fantazî]] ye ku ji hêla nivîskara [[Brîtaniya Mezin|brîtanî]] [[J. K. Rowling]] ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî ''Hermione Granger'' û ''Ron Weasley'' wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber ''Lord Voldemortê'' sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî ''Wezareta Sêrbaziyê'' tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û ''Mugglean'' (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike. Di 26ê [[hezîran|hezîrana]] 1997an de ji weşandina romana yekem [[Harry Potter and the Philosopher's Stone|Harry Potter and the Philosopher's Stoneê]] vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin. Heta [[Sibat|sibata]] 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hate firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin. Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li [[DYA|DYAyê]] di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.
<small>'''([[Harry Potter|bêhtir...]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2022|GB=49}}