Şablon:GH/2022/26: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude> left|120px|Wêneya gotarê '''Enzîm''', makromolekulên proteînî ne. Hemû zindewer di xaneyên xwe de enzîmên xwe berhem dikin. Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksiyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina ATP, duhendebûna ADN, dabeşbûna xaneyê, çêkirina lebatokan, çêkirin an..." hat çêkirin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
 
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
B Jibo ku li ser komputerê cihe zêde digire wekê wîkîyên din tê standardkirin
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude>
[[Wêne:Allosteric competitive inhibition 3 ku.svg|left|120px|Wêneya gotarê]]
'''Enzîm''', makromolekulên proteînî ne. Hemû zindewer di xaneyên xwe de enzîmên xwe berhem dikin. Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksiyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina ATP, duhendebûna ADN, dabeşbûna xaneyê, çêkirina lebatokan, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd., hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye. Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak laktoz dîsakkarîd e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera glukoz û galaktozê jî bên qetandin. Laktoz bi serê xwe molekulek xweragir e. Molekulên xweragir tevî reaksiyonan nabin. Eger xweragiriya molekulê bên xerakirin, wê molekul bibe molekula xwenegir , tenê bi vê gavê reaksiyona kîmyayî dest pê dike. Wekî mînak; eger şekir (glukoz) di nav lûleya ezmûnê de bên şewitandin, ango bi oksîjenê têkeve reaksiyonê, dawiya dawî li gel tînê, karbondîoksîd û av jî çê dibe. Ji ber tînê, germahî jî zêde dibe. Şekir bi tena serê xwe naşewite, divê li gel hebûna oksîjenê germahiya hawirdor jî bi qasê 150°C be, loma ji bo şewitandina şekir, divê pêşî lûleya ezmûnê bên germkirin. Dema germahiya şekir gihîşt 150°C yê şewitandina şekir jî dest pê dike. Ango ji boy şekir bikeve reaksiyonê, pêdivî bi enerjiya tînê heye. Şekir bi vî enerjiyê çalak dibe û dikeve reaksiyonê.
<small>'''([[Enzîm|bêhtir...]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2022|GB=26}}