Şablon:GH/2022/20: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude> left|120px|Wêneya gotarê '''Dil''' yan jî '''Dilê mirovan''', bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek (deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdet..." hat çêkirin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
 
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
B Jibo li ser komputerê cihe zêde digire wekê wîkîyên din tê standardkirin
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude>
[[Wêne:Diagram of the human heart (cropped) ku.svg|left|120px|Wêneya gotarê]]
'''Dil''' yan jî '''Dilê mirovan''', bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek (deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 7 000 lître, di salê de 2500 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike Ji bo berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji bo bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji bo gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji bo tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e. Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.
<small>'''([[Dilê mirov|bêhtir...]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2022|GB=20}}