Sperm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 16:
Di laşê mirovên nêr de ji xaneyên çêkerê spermê çêbûna sperman, di 10 heftan de rû dide. Xaneyên çêkerê sperm hertim xwe bi mîtozê nû dikin, bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm kêm nabe. Loma mirov dikare heta dawiya jiyana xwe sperm çê bike.<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>
 
Xaneyên bineratî yên çêkerê sperm di laşê korpeleyê (embriyo) de çê dibin lê heta temenê pêgihîştinê bêdeng dimînin. Di laşê nêran de dema mirov digihîje temenê pêgihîştinê, ango di temenê 12-14 salî de, ji hîpofîzê du [[hormon]] tên derdan, yek ji van hormonan [[Hormona handerê çikildanê|FSH]] e û wekî [[hormona handerê çikildanê]] te navkirin, hormona din jî LH e û wekî [[hormona handerê tenê zer]] tê navkirin. Bi bandora herdu hormonên [[Hîpofîz|hîpofîzê]] çêkirin û derdana sperm û balixbûn dest pê dike, çêkirin û derdana sperm heta dawiya jiyanê didome.<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref> Di laşê mirovê de rojê bi qasî 300 mîlyon sperm tê berhemkirin.<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>
 
Spermatogenesîs bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm.<ref name="VILLEE" /> Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenesîs di temenê pêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome.<ref name="VILLEE" /> Piştê spermatogenesîsê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.