Dîroka Îranê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 146:
====Şoreşa Makezagonî====
[[Wêne:Parliamenttehran1906.jpg|thumb|Parlamentoya Îranê ya yekem]]
Di hezîrana 1906ê de bi rêberiya Seyîd Evdilla Behbehanî û Seyîd Muhemmed Tabatabayî hezar xwendavanên medreseyan protestoyek lidarxistin. Dixwastin ku li Îranê maf û hiquqa bidad were bicîh kirin. Eger gotina wan neyê cîh, dê xizmetên dînî werin rawestandin. Her wisa ticar û esnafên Îranê jî grevek giştî dan destpê kirin. Ev her du rûdan hêdî hêdî ber bi şoreşekê ve diçû. Bi hêza ticar, dînzana û rewşenbîrên Îranî di tebaxa 1906an de ji aliyê Muzeffereddîn Şah li Îranê şoreşa makezagonî hatiye kirin. Dû vê jî çiriya pêşîn a 1906ê de meclîsa Îranê hatiye vekirin. Di meclîsê de ji 60an bêhtir ticar û esnaf, 25 dînzana û nêzî 50 kesan ji axa, rewşenbîr û karmend hebûn. Ev endam bi du fraksiyonan dihatin temsîl kirin; Mutedîlî û Lîberal. Bi vê şoreşê zimanê Îranê yê fermî bû Farisî û Şîîtî jî li Îranê bû dînê fermî. Di civata wezîran de wezaretî tenê ji bo şîiyan hatiye destnîşan kirin. Piştî Muzeffereddîn Şah, kurê wî Muhemmed Elî Şah bû serokê dewletê. Bi serokatiya xwe mecbûr ma û makezagon pejirand. Di heman salê de Îngîlîzan û Rûsan hevpeymanek destnîşan kir û bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê kirin sê parçe.Bakurê Îranê ket bin desthilata Rûsan, başûrê Îranê ket bin destê Îngîlîzan de û navenda îranê jî wek herêmeke bêalî hat qebûl kirin. Bi vê hevpeymanê hebûna meclîsê hatiye binpê kirin, tenê Şah hatiye nasîn, ev jî bû sedema krîzê. Muhemmed Elî Şah bi vê rûdanê bi alikariya liwaya Qazakan derbeya leşkerî kir. Meclîs hatiye girtin, parlamenter hatin binçav kirin. Piştî van bûyeran şerekê navxweyî li Îranê derket. Şah bi alikariya liwaya Qazakan her der dixist bin destê xwe. Mixalîfan jî bi alikariya partiya taşnak ya ermeniyan, bextiyariyan û karsazên mazenderanê berevaniya xwe kir. Di encamê de mixalîfan dest dana ser îdareyê. Şûna Muhemmed Elî Şah, kurê wî yê 12 salî bû [[AhmedEhmed ŞahŞahê Qacar]] bû şahê nû. Liwaya Qazakan her wekî xwe ma. Meclîsa duyem di çiriya paşîn a 1910an de hatiye vekirin.
Lê her çend meclîsa duyem û piştî vê jî meclîsa sêyem vebe jî, rêvebirin di kaosekê de bû. Her kesekê bihêz li herêmekê hikûm dikir. Di vê kaosê de Dewleta Rusî notayek li dijî hikûmdariya Qacariyan weşand ku 3 daxwazên wan hebûn;derkirina nûnerên amerîkî, erêkirina Rûsan dema nûnerek ji dewletek din bê Îranê û xwestina mesrefên leşkerên Rusî ên li Îranê. Piştî vê meclîsa Îranê kom bû. Parlementerê Azerbaycanê [[Şêx Mihemed Xiyabanî]] li dijî vê notayê li meclîsê axiftineke kir. Bi tesîra vê axiftinê meclîsê notaya Rûsan nepejirand. 24ê çiriya paşîn a 1914ê parlamentoya Îranê ji aliyê Şah ve hatiye girtin. Jixwe paşî [[şerê cîhanê yê ‎yekem]] destpê kir. Osmanî heta Tebrîzê hatin û ev der xistin bin hikûmê xwe de.Osmaniyan li [[Hekarî]]yê bi alikariya hindek eşîrên Kurdan [[Nasturî]] ji Hekariyê derxistin û çûn bo aliyê Urmiyê û Selmasê. Wan navberan Împeretoriya Rusî bi fermî Îranê dagir dike. Bi alikariya Rûsan Nasturiyên Cîloyê herêma Urmiyê heta Selmasê dagir dikin. Lê kuştina serokê Nasturiyan ji aliyê [[Simkoyê Şikak]] ve hêza Nasturiyan dişkê û cardîn dikeve bin destê Îranê. Bi dûçûna dîrokzanê Ermenî [[Ervand Abrahamian]] Osmaniyan alikariya [[Simkoyê Şikak]] dikir da ku şer li dijî ermenî, siryanî û leşkerên Îranê bikin<ref>Ervand Abrahamian, The Modern History Of Iran, r:79</ref>. Hêjayî gotinê ye ku di vî wextî de fraksiyonên meclîsê mutedîlî û demokratan li Kirmanşanê hikûmeteke netewî ava kiribûn. Her wisa [[Yeprem Xan]]ê serokê partiya taşnakê ku ermenî ne, li vir hatiye kuştin. Lê hikûmeta netewî bi dagirkirina İngilîzan li sala 1916ê de ket.