Gola Nemrûdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 25:
Tê pêşbînîkirin ku çêbûna kratera Nemrûdê bi şikestineke firehbûnê ya ku ji ber pêlên tektonîkî yên li [[Bakurê Kurdistanê]] di serdema jeolojîk a Pliocenê de derketiye dest pê kiriye. Dema ku dîroka erdnasî ya [[Bakurê Kurdistanê]] tê lêkolînkirin tê pêşbînîkirin ku korta [[Gola Wanê]] û korta [[Deşta Mûşê]] di demên berê de yek bûne. Veqetandina van her du kortan bi herikîna volkana Çiyayê Nemrûdê Bedlîsê pêk hatiye û jiber herikîna volkanê di navbera her du kortan deşta bilind a [[Deşta Rewanê]] çêdibe ev deşt dibe sedema afirandina [[Gola Wanê]].
 
Tê hesabkirin ku [[Nemrûd, Tetwan|Çiyayê Nemrûd a Bidlîsê]] di pêvajoya çalakiya xwe de bi giştî 210 km³ madeya volkanîk pekandiye. Tevahiya maddeyên ku ji volkana Nemrûdê ku di teqîna destpêkê de derketiye, bi qasî 110 km³ ye. Rêjeya lava ku herikiye bi qasî 30 km³ ye. Bi demê re, lavên li qiraxa çimanê kom dibin, bilindahiya kona çiyayê digehije 4000 mêtre yê. Piştî bê çalakiyê bi qelisbûn û hilweşandina beşa jorîn korta gola îro çêdibe.<ref name=":0">{{Cite web|url=http://www.turkiyesulakalanlari.com/nemrut-krater-golu-bitlis/|title=Nemrut Krater Gölü – BİTLİS|website=www.turkiyesulakalanlari.com|language=tr-TR|access-date=2022-01-12}}</ref>
 
Korta Gola Nemrûdê xwedî qadeke bi qasî 40 km² ye. Di warê çalakiya volkanîk ên Kurdistanê de yek ji teşeyên herî taybet û orjînal ên erdê ye. Di lûtkeyê de pênc gol hene, du ji wan mayînde ne û sê ji golan jî demsalî ne. Di nav golên de ya herî mezin Gola Nemrûdê ye ku bi awayê nîvheyvê ye û herikîna golê ya derve tine ye.<ref>{{Cite web|url=http://www.turkiyesulakalanlari.com/nemrut-krater-golu-bitlis/|title=Nemrut Krater Gölü – BİTLİS|website=www.turkiyesulakalanlari.com|language=tr-TR|access-date=2022-01-12}}</ref>
Rêz 33:
==Xweza==
===Flora===
Nêzî 450 cureyên nebatan li gola Nemrûdê û derdora wî hatin tomarkirin. Ji wan derdora 200 (ji sedî 44) ji cûreyên nebat ên herêmê ne. Cihêrengiya florayê guherbariya şert û mercên avhewayê yên berê destnîşan dike. Nêzîkî 38 (8.4%) ji cureyên riwekên heyî endemîk in. Kulîlka guldexwîn ku li vir şîn dibe, yek ji kulîlkek navdar ên cîhanê ye. Nebata klîmîkê ya gola Nemrudê, bizûka por (Betula) û hêşînahiyê lerzok (Populus tremula) pêk tîne.<ref name=":0" />
===Fauna===
Qada ku bûye xwedî parastina taybet jibo teyrên wekê Werdekên kovî, Teyrên grîfon û Teyrêbaz a zêrîn re bûye qada hêlînê. Gola Nemrûdê cihê rawestgeha Teyrên koçer e, ji ber nêçîra bêdestûr û bê kontrol hejmara cureyên çûkan li golê kêm bûye. Ajalên ku niha li herêmê tên dîtin ev in: cureyên Çivîkan, Kew Werdekên kovî, Mêşhingiv û Peleçemk, Xezal û Hirç e. Jiber nêçîrê bê kontrol Pezkovî li herêmê nemane.<ref name=":0" />
 
==Abîdeya xwezayî û Ramsar==