Gola Nemrûdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 17:
| girav =
}}
'''Gola Nemrûdê''' yan jî '''Gola krater a Nemrûdê''', gola kraterê ya duyemîn a herî mezin a [[Cîhan|Cîhanê]] û gola kraterê herî mezin a [[Kurdistan]]ê ye ku navê xwe ji navê heman çiyayê ku navê Qeralê Sumerî [[Nemrûd]] lê danîne wergirtiye. Gola Nemrûdê li rojavayê [[Gola Wanê]] di navbera navçeyên parêzgeha [[Bedlîs]]ê [[Tetwan]], [[Xelat]] û [[Norşîn]] de ye.<ref>{{Cite web|url=https://docplayer.biz.tr/1557649-Trb2-bolgesi-mevcut-durum-analizi-dogal-kaynaklar.html|title=TRB2 BÖLGESİ MEVCUT DURUM ANALİZİ DOĞAL KAYNAKLAR - PDF Ücretsiz indirin|website=docplayer.biz.tr|access-date=2022-01-12}}</ref> Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li Nemrûdê pêk hatiye firehiya kraterê ya jorîn 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya wê bi qasî 100 mêtre ye û xala wê ya herî kûr 176 mêtre kur e.
 
Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiya volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê tê xwedîkirin û ava golê ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng, bê bîhn û tema avê wekî vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdêya pH 7.4e û hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê, ku ji aliyê Nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.