Gola Nemrûdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 32:
Beşa navîn a kratera Çiyayê Nemrûdê bi lav û tufên obsîdyenê hatiye girtin. Piroklastîkên volkana Nemrûdê ku di dema çêbûna kortê de çêbûne qadên pir mezin vedigirin. Lavên volkanê ji herikên paşverû û îgnîmbrîtê pêk hatine û rûberek bi qasî 4.189 km² vegirtin e. Madeyên volkanîk li aliyên bakur û başûr belav dibin. Wekî [[Kevirê Xelatê]] ku tê zanîn ji îngîmbrîtan, bi rengê ji qehweyî tarî bigire heta reş di pêkhateya trakîtîk e. Di nav [[Geliyê Bitlîsê]] de li başûr di ser bazaltan re herikiye. Teqînên ku bi çêbûna korta golê re têkildar in dibe ku di navbera 90 hezar û 30 hezar sal berê de çêbûne. Çalakiya piştî piştî çêbûna kortê li kortê û li herêma şikestinê ya li bakur tên dîtin tê pêşbînîkirin ku di sê qonaxan de pêk hatine. Di navbera 30-12 hezar salî de lavên camedîtîk diherikin û tepe kortê pêk hatine. Li kortê 10 kortên biçûk ên volkanîkî hene.
==Abîdeya xwezayî û Ramsar==
Gola krater a Nemrûdê di sala 2003an de wekî abîdeyek xwezayî hatiye diyarkirin. Qada gola niha parastî ye û qada parastî ya li dora gola kraterê bi qasî 4.8 km² ye. Gol di statûya seyrangeheke geştyarî, herêmeke parastî ya pileya yekem û avî de tê parastin. Di sala 2007an de li quntara başûr a golê navendek werzîşên zivistanê û skiyê hate damezrandin. Di warê ekolojiyê de metirsiya sereke çêrandina zêde yê keriyê şivanan e.
 
==Çavkanî==