Got: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B روبوت إضافة: simple:Goths
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Got''' an '''Gotan''', qewmeke [[German]]a [[Skandînav]]î bi gumanî li [[Gotland]], îroj di xakên [[Swêd]] de, dijî bûn. Di [[sedsala 2'an]] de wan dest bi koçê kirin û ji [[Skandînavya]] de der ketin û li Scythia, [[Dakya]] û Pannonia, ango bakura [[Derya Reş]] bicih bûn. Di [[sedsala 3'an]] de Got wek gotên rojhelat([[Ostrogot]]) û gotên rojava ([[Vîzîgot]]) bûn du paran. Di [[sedsala 3'an]] de Vîzîgotan êrîşên mezin li ser [[Împaratoriya Roma]] kirin. Lê ewna ji alîya [[Aurelius Claudius ]] û [[Gallienus]] hatin rawestandin. Di [[sedsala 4'an]] de him Vîzîgot him jî Ostrogot çendayî bin bandora [[Roma]]yan de man. Di wê demê de ewna bi çendayî wergera [[Aryanîzm]] bûn.
 
Di [[370]]an de ji rojhelat de êrîşên [[Hûn]] dest pê kir. Van êrîşan li ser qewmên [[germen]] bandora domîno kir û wan jî rojava de [[Koça Qoman|koç]] û êrîşa Romayan kirin. Di wê demê de di [[376]]an de [[Key]]ê [[Vîzîgot]]an [[Fritigern]] ji [[Împarator]]ê [[Împaratoriya Romaya Rojava]] [[Valens]] ji bo li başûra [[Tuna]] bicih bûnê destûr xwest. [[Valens]] destûr da ewna li başûra Tuna bicih bûn. Lê sal venegerîya di [[377]]an xela peyda bû û navbera [[Împaratoriya Romaya Rojava]] û Gotan de Cengên [[Gotîk]] der ketin û heta 382 dewam kirin û bi peyamaneke navbera Roma û Gotan re xelas bû. Çi qas bi dawî Roma Got bin xistin jî di wan cengan de di [[378]]an de di Cenga [[Adrianapolis]] de împarator Valens hat kuştin.