Tore: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Şablon:Bikaranîna dîroka rms AWB
Etîket: Betalkirina destî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Cross section of retina ku.png|thumb|492x492px|Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boybo enerjiya kîmyayî vediguherîne. ]]
'''Tore, torre''' an jî çîna '''tora çav''' (bi îngilîzî: ''retina'') çîna navî ya çavê mirov e.
 
Rêz 8:
Çîna naverast bi [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] dewlemend e, ji tenê kûlkdar, rengîne û koroyîdê pêk tê. Çîna navî bi tora [[Demarexane|demarexaneyan]] ve dewlemend e wekî tore tê navkirin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology">Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press </ref>.
 
Tore çînek tenik a [[Demareşane|demareşaneyê]] ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire<ref name="Human Biology." />. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boybo enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan hander dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin boybo tûkila mejî<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The retina [https://www.britannica.com/science/human-eye/The-retina]</ref>.
 
== Pêkhateya toreyê ==
Rêz 20:
=== Çîna demarî ===
 
Ronahiyewergir û demarexaneyên hevkarê ronahiyewergiran di çîna [[Demar|demarî]] de cih digirin. Vê çîna toreyê berpirse boybo wergirtina tîrojên ronahiyê û veguherandina enerjiya ronahiyê boybo demareragihandinê. Herwisa demareragihandin ji vê çînê tê şandin boybo [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejiyê]]<ref name="Molecular biology">Clark, D. P., Pazdernik, N. J., & McGehee, M. R. (2018). Molecular Biology (3rd ed.). London: Academic press,Elsevier.</ref>.
 
Çîna demarî ji [[Hestewergir|ronahiyewergir]], demarexaneyên asoyî, demarexaneyên ducemserî, demarexaneyên amakrîn (bi îngilîzî: ''amacrine'') û demarexaneyên girêk (ganglîon) pêk tê. Demarexaneyên toreyê bi eslê xwe niçikên [[Demaxê mirov|mejî]] ne, ango beşek mejî ber bi aliyê pêşiye kilox ve dirêj dibe û toreya herdu çavan pêk tîne<ref name="Human Biology." />. Hemû xaneyên çîna demarî di sê çînan de rêzbûyî ne. Çîna ronahiyewergiran, çîna xaneyên ducemserî û çîna xaneyên girêk. Divê tîrojên ronahiyê ji van hersê çînan derbas bibe ko xwe bigihîne ser ronahiyawergiran<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.
 
Çîna herî derva ya çîna demarî, ji du cor ronahiyewergiran pêk tê. [[Xaneya qoçekî|Xaneyên qoçekî]] di ronahiya kiz de kar dikin, [[Xaneya çîlkeyî|xaneyên çîlkeyî]] di ronahiya geş de ji boybo bînîna rengîn kar dikin. Di toreyê de hejmar û belavbûna xaneyên qoçekî û çîlkeyî ne yek e. Toreya her çavekî bi qasî 120 mîlyon ji xaneyên çîlkeyî û bi qasî 6 mîlyon jî ji xaneyên qoçekî lixwe digire<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>.
 
Çalika navendî, fovea tenê xaneyên qoçekî lixwe digire, hejmara xaneyên çîlkeyî her ko ji çalika navendî dûr dikeve zêde dibe<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref> . Tîrojên ronahiyê dibe sedema guherina kîmyayî li pîgmentên xaneyên ronahiyewergiran de<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Gava ronahiyewergir (xaneyên qoçekî an jî yên çîlkeyî) ji aliyê tîrojên ronahiyê ve tên handerkirin, sînyal ji xaneyên qoçekî û çîlkeyî derbasî demarexaneyên çîna toreyê dibin û [[erkê kar]] didin destpêkirin.
Rêz 34:
=== Xala kor ===
 
Li ser toreyê xalek heye ko demarên bînînê ji çav derdikevîn û ber bi mejî ve dirêj dibin. Di wê xalê de ne xaneyên qoçekî û ne jî xaneyên çîlkeyî heye, tenê tewereyên xaneyên girêk hene, loma li wir ronahî nayê mijîn û bînîn rû nade. Ev beşa toreyê wekî xala kor tê navkirin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Ji xeynî xala kor, hemû beşên toreyê çalak e ji boybo hestê bînînê.
 
=== Lekeya zer ===