16.160
guhartin
No edit summary Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
(beşên ne ensîklopedîk hatib jêbirin) |
||
{{bêçavkanî}}
{{Infobox çiya
| nav = Çiyayên Şerevdînê
Bilindahiya çiyê digihîje 2.544 m. Di nav tixûbên [[Kanîreş]], [[Bongilan]](Solaxa) û [[Gimgim]] û [[Xinûs]] ê da ye. Biharan bêyî niştecîhên herêmê malîvanayê ji koçeran ra jî dike, zozanek bi adane, cûr be cûr kulîlk û gîha têde hişîn dibe,hela kinkor û kivkarikên li wir hişîn dibe gelek navdare, ji bo ajalvanîye cîhekî gelek başe.
Wargehê zozanan e û di stranên Kurdî de navê wê gelek derbas dibe. Di hin stranan de navê wê wekî ''"Şerefdîn, Şêr Evdîn"'' jî derbas dibe. Dewleta Tirk navê wê kiriye '''Şerafettin'''. Li Çiyayên Şerevdînê gelek cihên cografîk ên navê şêr tê de derbas dibe hene. Gundê [[Siltaşêr]], Ziyareta Şêr Evdîn, newala şêran hwd. Tê texmîn kirin ku yan çiyê navê xwe ji wextekê hebûna şêran girtiye yan jî ji Ziyareta Şêr Evdîn girtiye.
Di dîrokê de jî roleke girîng lîstiye. Serhildanên [[Şêx Seîd]], Berxwedana [[Yado]] hwd de bi dewleta Tirk re şerên mezin li vê cografyayê pêk hatine. Di strana bi navê [[Sê Biran (kilam)|Kilama ''Sê biran'']] de wekî wargehê birayê [[Êzidî]], Hebîbaba derbas dibe. Niha jî bi navê "Ziyareta Hebîbaba" û bi navê "Gundê [[Hebîbaba]] (Hebîba, Heyîba, Hebîban) cih hene
Havînan heya dawiya meha 6emîn hêj berf li lûtkeyên çiyê tê dîtin. Warê Amasya, Warê Rindalyan, Warê Qelinçûkê, Warê Qeremêşê, Bireka Hişkiyê, Newala Hirçê (Newala Evdo), Kêl, Warê Siltaşêr, Gola Mezin, Gola Piçûk, Mêrga Dirêj, Geliyê Kinkorê hwd hin ji navên cografîk li çiyê ne.
== Çavkanî ==
{{Çavkanî }}
[[Kategorî:Çiya]]
|