Partiya Gel a Komarî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Etîket: Betalkirina destî Betalkirî Guhartina dîtbarî
B Guhartinên 78.185.232.203 (gotûbêj) hatine betalkirin, vegerand guhertoya dawî ya MikaelF
Etîket: Vegerandin
Rêz 2:
'''Partiya Komara Gel''' an jî '''Cumhuriyet Halk Partisi''' (CHP), navê partiyeke siyasî ya [[Tirkiyê]] ye.
 
Di [[9'ê rezberê]] [[1923]]'î de ji aliyê damezrênerê [[Komara Tirkiyê]] [[Mustafa Kemal Atatürk]] ve hatiye damezrandin. Yekemîn partî ya Komara Tirk e. Ji bo CHPê ''"Partiya Atatürk"'', ''"Partiya ku dewlet çêkiriye"'' jî tê gotin. Heya salên 50'î tekane partî bû û rê ji partiyên din rê nedihate hîştin. Ji [[1950]] heya [[1972]] jî dîsa partiya navendî û sereke bû û gorî zagonan hinde avantajên wê hebûn.
Partiyeke siyasî ye ku di 9ê Îlona 1923an de di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk de hatiye damezrandin û li Tirkiyê kar dike. Li gorî rêziknameya partiyê, kurteya wê ya fermî "CHP" ye. Sembola wê Şeş Tîr e. Ew partiya ku bi 135 parlementeran di TBMMê de muxalefeta sereke temsîl dike. Serokê wê Kemal Kiliçdaroglu ye.
 
Tirkiye bûbû endamê [[NATO]]yê û pişta xwe dabû cîhana rojava. Ji hundir ve jî dixwast wekî di dema Atatürk de bêî demokrasî, bêî çareserkirina pirsgîrêka Kurd û bêî kontrola zagonan li ser aboriyê îdareya xwe bike. CHPê dixwast wekî berê bi serê xwe desthilatdar be. Lê herdu şerên cîhanê li paş mabûn, [[kapîtalîzm]] dikete Tirkiyê û dinya bi her awayî dihate guhertin. Di destpêka salên 1950'î de bi navê ''"şoreşa spî"'' hin gavavêtin pêkdihatin.
 
== NATOyê çi guhert û CHP çawa ji "textê bavo" hate xwarê? ==
 
* Di bin navê DPTê de gorî mercên dinyayê diviyabû Tirkiye xwe ji nû ve birêxistinbike
* NATO dê çavên xwe ji Kurdan re bigire û wan nebîne lê Tirkiyê jî divê bi hemî hêza xwe tevlî têkoşîna bi komûnîzmê re bibe
* Bi navê ''"şoreşa şepqe"'' bi darê zorê û êşkenceyan şepqe didan serê mirovan û ev bi navê ''"şarezabûn"''ê ji aliyê Atatürk ve hatibû destpêkirin. Kiryarên wiha divê êdî bihatina sekinandin, lewra pêkutiyên dijwar gel berî bi sosyalîzmê û lêgerînan dikir.
* NATO desthilatiya artêşa Tirk a li ser her tiştî qebûl dike lê divê artêş jî hinde diqqet bike û kirinên xwe di bin siya sazûmaniya parlamentarîzmê de veşêre
* Sazûmaniyake plûral pêwîst e û bi hinde avantajan jî be, CHP divê tevlî vê pêvajoyê bibe
 
== Dema [[Bülent Ecevit]] ==
 
Di hilbijartinên [[14'ê kewçêrê]] [[1973]]'î de CHP biserdikeve û dema ''"Karaoğlan – lawikê reş"'' destpêdike. Tirkiye seranser di nava şerên navxweyî de bû. Ji aliyekê ve sosyalîst û komûnistan bi rastgîran û hêzên ewlekariyê re şerdikirin, ji aliyekê ve jî gelê Kurd doza mafên xwe dikir. Ecevit diviyabû zirav tevbigere. Heger bi devkî xwe nedaba aliyê çepa navendê dikaribû sosyalîst biserbikevin. Ji nişka ve CHPê di bin serokatiya Ecevit de polîtîkayên çepgîr bilêvkirin. Ecevit wekî lehengekê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. Hemî hêzên mihalefetê ku Kurd jî di nav de, pesnê Ecevit û CHPê dan û alîkariya wê kirin. Heya destdanîna li ser desthilatdariyê ya leşkeran di 1980'î de Tirkiyê xwe bi vî awayî ji xetereyan parast.
 
== CHP a îro ==
 
Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002'î de CHP bû oppozîsyon. Di bin serokatiya [[Deniz Baykal]] de li dijî hikûmeta îslamîstên navendê ango li dijî [[AKP]]ê di parlamentoyê de pêşbirka desthilatiyê de ne. Nêrînên rastgîr bilêvdike. CHP a îro li dijî mafên Kurdan e û Kurdperweran wekî "dijmin" binavdike. Herwekî li dijî YE û hin daxwazên DYAyê tevdigere û polîtîkayên dema Şerê sar dimeşîne. Xwe wekî "Kemalîst, neteweperest" binavdike.
 
Partiyeke siyasî ya çepgir a navendî ye ku nêrînên kemalîzmê û sosyal demokratiyê dipejirîne. Ji bilî van dîtinên ku di rêzikname û bernameya partiyê de hatine diyarkirin, meylên sosyalîst ên demokratîk û sosyal azadîxwaz jî di nav xwe de dihewîne.Partiya Komarî ya Gel ku xwedî taybetmendiyên damezrîner û yekemîn partiya siyasî ya qanûnî ya Komara Tirkiyeyê ye, ji sala 1923 heta 1950 bê navber li ser desthilatdariyê ma û bi giştî heta sala 1946’an desthilatdariya yekpartî pêk anî. Li Tirkiyeyê partiya herî demdirêj a desthilatdar e. Peyva "Cumhuriyet"li navê partiya ku ji aliyê Atatürk ve wek berdewamiya Cemiyeta Parastina Mafên Anatolya û Rumelyayê hatiye damezrandin bi navê "Partiya Gel" hatiye zêdekirin. û di sala 1935an de kongreya 4an pêk hat. Di 1935an de biryar hat dayîn ku li şûna peyva "fraksîyon" peyveke ku bi cîhana derve re lihevhatîtir be tercîh bikin û navê îro "Partiya Gel a Cumhuriyetê" hat qebûlkirin.
[[Kategorî:CHP]]