Kemalîzm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guhertoya 1057340 ya 78.185.232.203 (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike Disambiguation links
Rêz 1:
[[Wêne:Atatürk Edirne'de bir kadının derdini dinlerken (25 Aralık 1930).jpg|thumb|300px|Mistefa Kemal Atatirk li [[Edirne]] hemwelatiyek eşkere dike (1930). Di dema serokatiya wî de, ew gelek caran di welatê de çû.]]
 
'''Kemalîzm''', '''ataturkperestî''', '''alîgiriya Ataturk''' ji nêrîn, rêgez, nêzîktêdayîn, hezkirin, pesindayînên [[Mustafa Kemal Atatürk]] re dibêjin, ku ew wekî hîmên komara [[Tirkiye]]yê jî tên nirxandin. Kemalîzm di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de wekî xaleke sereke cihê xwe girtiye û bi makezagonê tê parastin. Herwiha zagonek taybet bo parastina kemalîzmê jî heye.
'''Kemalîzm''', '''Ataturkizm''', îdeolojiya damezirîner a Komara Tirkiyeyê ye ku ji aliyê Mustafa Kemal Atatürk ve tê meşandin, dewleta nû ya Tirkiyeyê ji Împaratoriya Osmanî ya beriya wê veqetandiye, laîktiyê, geşepêdana aborî û pîşesazîbûnê ava kiriye, piştgiriya dewletê ji zanist, teknolojî û hunerê re, azad û mecbûrî ye. Di nav xwe de reformên berfireh ên siyasî, civakî, aborî, çandî û olî yên wekî perwerdehiyê hene. Armanca reforman ew e ku "ji asta şaristaniyên hemdem rabin" û li gor Atatürk jî jiyaneke hemdem bipejirînin.
 
Rojavayî û pirraniya zana û zanistên cîhanê kemalîzmê wekî bîrdoziyekê nabînin, dişibînin nêrîna ''Baasî'' ya welatên [[ereb]]an.
 
== Formûlasyona dewletê ya fermî ya kemalîzmê ==
Gorî bîrdoziya fermî ya dewleta Romê (Tirkiye) kemalîzm îdeolojiyek e û ne tenê tirk, gelên cîhanê yên bindest jî dikarin jê sûdê werbigirin. Atatürk "bavê tirkan" e, wî komar, dewlet û neteweya tirk afirandiye, ruh û mêjî daye gel, dijmin û dagirker kiriye der, tirk ji tarîtiya paşverûtiya [[Asya]] û [[Rojhilata Navîn]] filitandiye, riya şarezabûnê, ango riya ewropayîbûnê daye ber gel. Li Tirkiyeyê di serî de artêş, dewlet, kemalîzmê diparêze, wekî ala welat qîmeta wê bilind dike.
 
6 prînsîbên kemalîzmê, ataturkperestiyê ev in:
* Neteweperwerî
* Komargerî (komarparêzî)
* Gelperwerî (gelparêzî)
* Dewletperestî (dewletparêzî)
* Laîktî (laîsîzm)
* Perisînparêzî (reformîzm)
 
== Nêrîna ronakbîrên demokrat û lîberal bo kemalîzmê ==
Ew kemalîzmê wekî hîmên bingehîn ên dewleta tirk dibînin û di çarçoveya jiyan, kirin û temiyên Mustafa Kemal Atatürk de bisînor dikin. Gorî gelekan kemalîzm, dîktatoriyeke xas e. Kemalîzmê ne fêde lê ziyan daye civakê, gel ji koka xwe qetandiye, ne ji esasê lê ji dirûvê berê wê daye [[Ewropa]]yê, bo sazûmaniya xwe ava bike û biparêze komkujiyên mezin kiriye. Ronakbîrên li dijî kemalîzmê ne, herwiha kemalîzmê wekî astengiya pêşiya demokrasiyê jî dibînin.
 
== Kemalîzm û kurd ==
Bi şikestina împeratoriya [[Osmanî]] ve, bo cara yekem bi navê "tirk", ango "Tirkiye" welatekê tê avakirin. Welatên serdest pirraniya [[Anatoliya]] û parekê [[Kurdistan]]ê dagir dikin. Dixwestin welatê ku bê avakirin, bi daxwaza wan be. Rola Mustafa Kemal Atatürk girîng dibînin û komara nû di berjewediyên xwe de dibînin û dipejirînin.
 
[[Kurd]] û [[tirk]] peyman datînin ku dewlet a hemiyan be, mafê gelan bê naskirin. Lê dema komar tê damezirandin û ji aliyê cîhana rojavayî ve tê pejirandin, Atatürk siyaseta xwe ya bo kurdan diguherîne, sozên daye betal dike. Kurd serî hildidin û serhildanên wan bi komkujiyan tên bersivandin. Ji ber ku Atatürk rêberê dewletê ye, kurd jî wî ji tevahiya neyîniyan berpirsiyar digirin. Ji bo kurdan kemalîzm, zordestî, komkujî, pesinandina zilmê ye, ev nêrîn wiha pêş ketiye.
 
== Çavkanî ==
*Şahinler Menter: ''Kemalismus. Ursprung, Wirkung und Aktualität''. Anadolu, Hückelhoven 1997, ISBN 3-86121-072-X
*[[Bassam Tibi]]: ''Aufbruch am Bosporus. Die Türkei zwischen Europa und dem Islamismus''. Diana, München und Zürich 1998, ISBN 3-8284-5012-1
*Leng Wang: ''Kemalism. A General Political Survey of the Rise of the Turkish Nationalism between 1918 and 1928''. Dissertation, Stanford University 1929 ([http://dlib.stanford.edu:6520/text1/dd-ill/kemalism.pdf Digitalisat, PDF] {{Webarchive|url=https://web.archive.org/web/20050116072750/http://dlib.stanford.edu:6520/text1/dd-ill/kemalism.pdf |date=2005-01-16 }})
* Atatürk Araştırma Merkezi: ''Atatürk'ün Söylev ve Demeçleri I-III''. Ankara 2006 (''Sammlung von Atatürks Reden und Ansprachen vom Atatürk-Forschungszentrum'')
* [[Gazi Çağlar]]: ''Die Türkei zwischen Orient und Okzident. Eine politische Analyse ihrer Geschichte und Gegenwart.'' Münster 2003, ISBN 3-89771-016-1
 
== Girêdan ==
* [http://www.inkrit.de/hkwm/artikel/HKWM-7-1-Kemalismus.pdf Agahî li ser kemalîzmê di Historisch-kritisches Wörterbuch des Marxismusê de]{{Mirin girêdan|date=January 2021 |bot=InternetArchiveBot |fix-attempted=yes }} (PDF) (almanî)
* ''[http://www.hist.net/kieser/pu/Kocgiri.html Les Kurdes Alévis face au Nationalisme Turc Kemaliste] {{Webarchive|url=https://web.archive.org/web/20110829090818/http://www.hist.net/kieser/pu/Kocgiri.html |date=2011-08-29 }}'', Hans-Lukas Kieser, 1993 (fransî)
 
[[Kategorî:Dîroka tirk]]
[[Kategorî:Îdeolojî]]