Çikildanên tovavê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 18:11, 23 çiriya paşîn 2021

Çikildanê tovavê an jî tovaveçikildan (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de.

Wêne:Male anatomy ku.svg
Cota çikildanên tovavê, di navbera mîzdank û tortorîkê, li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin.

Pêkhateya çikildanên tovavê

Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de dirêjiya çikildanê tovavê 5-7 cm, firehiya wî 2-3 cm e. Her çikildanek ji lûleya pêçayî û badayî ya bi dirêjiya 15 cm pêk te. Lûle bi bestereşaneyê dapoşrav e. Bestereşane; lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, rîşalên demar û şaneya palpişt lixwe digire. Lûleya çikildanê ji sê çînan pêk tê. Rûyê çîna navî şil û qurmiçînî ye û ji lînceperdeyê pêk tê. Rûkeşexaneyên vê çînê şileya tovavê berhem dikin û der didin[1]. Çîna navarast ji masûlkeyên bazinî û dirêjkî pêk tê. Çîna dervayê çikildanê jî ji şaneya rîşalên qaîşokî pêk tê[2].

Li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye[3]. %60ê qebareya tovavê ji cota çikildanên tovavê tê derdan[4].

Derdan û erkê çikildanên tovavê

Şileya çikildana tovavê şileyek tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, proteîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî ye, ango asta pH a şileyê bilind e. Paşmayiyên asîdî yên li nav mîzerê û nav coga endama zaûzêya mê, bi navbeynkariya vê şileyê tên nêtarkirin[5]. Herwisa şileya çikildana tovavê prostaglandîn û fîbrînojen jî lixwe digire[6]. Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn[4]. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê hander dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan[7]. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe[1].Şileya çikildanên tovavê bi navbeynkariya coga avêtinê tevlê spermên nav lûleya guhêzer dibe û ber bi rijênê prostatê ve tên guhêztin.

Çavkanî

  1. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  2. ^ itannica, The Editors of Encyclopaedia. "seminal vesicle". Encyclopedia Britannica, 5 Mar. 2014, [1]. Accessed 23 November 2021.
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  7. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.