Prostat: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Erk û pêkhateya prostatê ==
 
Di laşê mirov de qebareya asayî ya rijenê prostat bi qasê qebareya goga golfê ye.Prostat bi pêkhateya îsfencî ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Giraniya prostata asayî bi qasî 40 gram e<ref name=" Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.Rijênê prostat ji [[lûsemasûlke]] û şaneya derdanê pêk tê<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Ji bo avêtinê (bi înglîzî: ''ejaculation''), hêza serekî ya bo paldana [[sperm]] û [[Tovav|tovavê]], ji lûsemasûlkeyên prostatê tê bi destxistin. [[Şane (biyolojî)|Şaneya]] derdanê, şileyek mîna şîr berhem dike. Di nav şileya şîrî de ji bo destxistina [[ATP]], asîda sîtrad heye<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Herwisa şileya prostatê hin [[enzîm]] û [[dijepeydaker]] (bi înglîzî: ''antigen'') taybet jî lixwe digire<ref name="OpenStax, Biology"/>. Di nav şileya prostatê de enzîma meyînê heye. Ev enzîm fîbrînojena ji [[Çikildana tovavê|çikildanên tovavê]] diguherîne bo fîbrînê, bi vî awayê meyîna tovavê rû dide. Bi meyîna tovavê sperm hê hêsantir li dîwarê coga zaûzê ya mê dizeliqin û ber bi coga hêkê dilivin<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Li prostatê dijepeydakerek taybet a bi navê PSA (bi înglîzî: ''prostate specific antigen'') tê derdan. PSA enzîmek hilweşînerê proteînan e. Di dema avêtinê de tovav dimeyînê, lê çend çîrkexulek şûnve PSA xestiya tovava meyînî ya tîr piçek ron dike, di nav şileya ronkirî de sperm bi hêsanî ber bi coga hêkê dilivin<ref name="OpenStax, Biology"/>.Sperm nikarin di havîrdorekhawîrdorek asîdî de nikarin bijîn. Di coga zaûzê ya mêyê de pH 3.5- 4 e, ango hawirdor asîdî ye. Şileya prostatê alkalî ye, ango [[Nirxa pH|pH]] a wê ji 7ê zêdetir. pH a bilind a şileya prostatê, asîdiya mîzerê ya nêrê û asîdiya zêyê (vajîna) kêm dike, bi vî awayê ji bo sperman hawirdora guncav peyda dibe<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>.
Di dema avêtinê de [[Masûlke|masûlkeyên]] guşer (bi înglîzî: ''sphincter muscle'') ên prostat û [[Mîzdank|mîzdankê]], coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin, bi girtina coga mîzerêyê, rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, îcar masûlkeyên prostatê, cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe.<ref>https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK279291/</ref> Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.
 
== Nexweşiyên protstatê ==
 
=== Girbûna prostatê ===
Di temenê kaltiyê de, bi taybetî piştê temenê 60 saliyê prostatê hin mirovan gir dibe û diwerime<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. ProstataProstatê werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Mîrovên bi prostataprostatê werimî li gor mirovên din hê pirtir derdikevin destavê. Herika mîza mîrovên bi nexweşiya prostatê hêdî ye. Ji ber ko prostataprostatê girbûyî rê nade mîzdankê ko bi têra xwe mîz embar bike, hestê mîzkirinê li ba van mîrovan zû peyda dibe, lê her carê bi qebareyek hindik mîz dikin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.
 
=== Şêrpenceya prostatê ===
[[Şêrpence|Şêrpenceya]] prostatê yek ji şerpenceyên herî belavî ye di nav zilaman de. Di navbera girbûna prostatê û şêrpenceya prostatê de tu pêwendî nin e. Ango dibe ko prostat gir bibe lê bi şêrpenceyê nekeve<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Di [[Xwîn|xwînê]] de bilindbûna asta rêjeya xestiya PSA, yek ji nîşaneyên giring e bo egera nexweşiya şerpenceya prostatê. Hin caran şêrpenceya prostatê gir dibe, paşê bêyî ko gir bibe an jî biguhere bi salan li heman cihê xwe de dimîne. Lê hin caran [[Xane|xaneyên]] şêrpenceyî roj bi roj zêde dibin û bi navbeynkariya [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] û [[Sîstema lîmfê|lûleyên lîmfê]], belavî laş dibin. Xaneyên şêrpencegirtî di endamên wekî [[Demaxê mirov|mejî]] [[hestî]] û [[Pişika mirovî|pişik]] de cih dibin û dest bi [[Dabeşbûna xaneyê|dabeşbûna mîtozê]] dikin, ango ewan endaman jî tûşê şêrpenceyê dikin. Şêrpenceya prostatê bi neştergeriyê, bi [[Hormon|hormonan]] an jî bi rêka radyoterapî tê saxkirin<ref name="VILLEE"/>.
[[Wêne:Benign Prostatic Hyperplasia nci-vol-7137-300 ku.jpg|thumb|486x486px|Prostata werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe.]]
[[Wêne:Digital rectal exam nci-vol-7136-300 ku.jpg|thumb|302x302px|Prostat li bin mîzdankê li pêşiya [[Tortorîk|tortorîkê]] de cih digire,loma nexweşiyên prostatê bi tilî ji aliyê komê (anus) ve tê kontrolkirin.|center]]