Prostat: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Erk û pêkhateya prostatê ==
 
Di laşê mirov de qebareya asayî ya rijenê prostat bi qasê qebareya goga golfê ye.Prostat bi pêkhateya îsfencî ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Giraniya prostata asayî bi qasî 40 gram e<ref name=" Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.Rijênê prostat ji [[lûsemasûlke]] û şaneya derdanê pêk tê<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Ji bo avêtinê (bi înglîzî: ''ejaculation''), hêza serekî ya bo paldana [[sperm]] û [[Tovav|tovavê]], ji lûsemasûlkeyên prostatê tê bi destxistin. [[Şane (biyolojî)|Şaneya]] derdanê, şileyek mîna şîr berhem dike. Di nav şileya şîrî de ji bo destxistina [[ATP]], asîda sîtrad heye<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Herwisa şileya prostatê hin [[enzîm]] û [[Dijeten|dijetenêndijepeydaker]] (bi înglîzî: ''antigen'') taybet jî lixwe digire<ref name="OpenStax, Biology"/>. Di nav şileya prostatê de enzîma meyînê heye. Ev enzîm fîbrînojena ji [[Çikildana tovavê|çikildanên tovavê]] diguherîne bo fîbrînê, bi vî awayê meyîna tovavê rû dide. Bi meyîna tovavê sperm hê hêsantir li dîwarê coga zaûzê ya mê dizeliqin û ber bi coga hêkê dilivin<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>.Li prostatê dijetenek taybet a bi navê PSA (bi înglîzî: ''prostate specific antigen'') tê derdan. PSA enzîmek hilweşînerê proteînan e. Di dema avêtinê de tovav dimeyînê, lê çend çîrke şûnve PSA xestiya tovava meyînî ya tîr piçek ron dike, di nav şileya ronkirî de sperm bi hêsanî ber bi coga hêkê dilivin<ref name="OpenStax, Biology"/>.Sperm di havîrdorek asîdî de nikarin bijîn. Di coga zaûzê ya mêyê de pH 3.5- 4 e, ango hawirdor asîdî ye. Şileya prostatê alkalî ye, ango [[Nirxa pH|pH]] a wê ji 7ê zêdetir. pH a bilind a şileya prostatê, asîdiya mîzerê ya nêrê û asîdiya zêyê (vajîna) kêm dike, bi vî awayê ji bo sperman hawirdora guncav peyda dibe<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>.
Di dema avêtinê de [[Masûlke|masûlkeyên]] guşer (bi înglîzî: ''sphincter muscle'') ên prostat û [[Mîzdank|mîzdankê]], coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin, bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, masûlkeyên prostatê, cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe.<ref>https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK279291/</ref> Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.