Behdînan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 30:
*[[Amediyê]]
*[[Şêxan]]
 
 
Bajêrê [[Zaxo]] dikeve ser sinorê [[Kurdistana bakûr]] bi dûratiya nêzîkî 8 km. [[Zaxo]] dergehekê zor giring e di warê aborî de ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana başûr bi giştî. Daniştîyên bajêrê [[Zaxo]] pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê [[Akrê]] dikeve rojhelata devera Badînan. [[Akrê]] tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Badînan. Daniştîyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirovan in. Bajêrkê Sêmêlê dikeve rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratiya 8 km. Herwesa rêjeyeke berçav li vî bajêrkî akincî ne. Bajêrkê [[Amêdiyê]] di serdema [[Mîrnişîna Badînan]] de peytextê vê Mîrnişîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî şînwarên vê dibistanê mayinê mîna [[Fêrgeha Qobadî]] û çendîn fêrgehên dî li vê deverê. Zêdebarî vê çendê hejmara daniştîyên bajêrkê [[Amêdiyê]] nêzîkî 25.000 ta 30.000 mirovan in. Şêxan bajêrkekî teze rizgar kirîye. Ev bajêrke dikeve navbera Etrûşê û Akrê de. Akincîyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji [[bisiliman]]an, [[êzidi]]yan û [[kiristiyan]]an.