İsmet İnönü: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guhartinên 78.185.232.128 (gotûbêj) hatine betalkirin, vegerand guhertoya dawî ya Balyozbot
Etîket: Vegerandin
Rêz 5:
}}
 
'''Mustafa İsmet İnönü''' (jdb. {{Jidayikbûn|24|îlon|1884}} li [[Îzmîr]] – m. {{mirin|25|kanûna pêşîn|1973}} li [[Enqere]]), Ewyek leşkerji û siyaset medarekî tirk e ku di serdema Osmaniyan de kolonel e, di serdema komarê de generalsiyasetmedar û serfermandarêleşkerên berê,navdar serokwezîrê yekem êên [[Tirkiyê,]] serokkomarê Duyemîn pistî ragihandina komarê serxwebûne heta madalyayêye. Piştîduyem mirinaserokkomar Mustafa Kemal Atatürk rojek ji 11ê Mijdara 1938an heta 22ê Gulana 1950î serokatî kire.
 
Tê gotin ku ji malbateke Kurd ê ji herêma [[Meletî]]yê ye. Piştî qedandina perwerdeya leşkerî di sala [[1906]]î de dibe endamê saziya ku ne ji Tirkan pêk tê lê nîjadperestiya Tirkan dikin, [[İttihat ve Terakki Cemiyeti]]. Li wir têkiliya xwe bi [[Mustafa Kemal Atatürk]] re xurt dike û dibe hevalê Atatürk.
Ji aliyê Kongreya CHP'ê ve navê "Serokê Netewî" hat dayîn. İnönü; Di Şerê Rizgariyê de beşdar bû, Peymana Lozanê îmze kir û gelek caran bû serokwezîr. Dema ku di navbera salên 1925-1937an de 12 salan serokwezîr bû, di dîroka komara Tirkiyê de bi giştî 17 sal û 11 meh serokwezîrê herî dirêj bû.
 
Di şerê Tirk û [[Grek]]an de roleke mezin dileyîze. Ji ber şerê duyem ê herêma Înönü li dijî Yewnanan di derketina zagona paşnavan de paşnava Înönü didin wî. Lê di qeydên ti dîrokî de behsa vê şerî nîne. Yewnana bi xwe jî şerekê bi vî navî napejirînin. Di peymana Lozanê ya ku parçebûna Kurdistanê dipejirîne de li ser navê komara nû ya ku di bin siya Brîtaniyan û serkeftiyên din ên [[Şerê Cihanê yê I.]] de hatibû avakirin, ango li ser navê Komara Tirkiyê cihdigire.
 
İnönü piştî mirina Atatürk dibe serokkomar û serokê artêşê. Bi navê ''"Milli Şef - Şefê neteweyî"'' tê binavkirin û heya mirina xwe bi desthilatiyeke taybet Tirkiyê birêvedibe. Navê xwe li ser diravê Tirk datîne û bankayên neteweyî dike bin fermandariya xwe.
 
Di dema desthilatdariya xwe de bi navê modernîzmê seranser [[Anatoliya]] û Kurdistanê dixe bin singoya leşkeran. Li Kurdistanê li ser siyaseta Atatürk axavtina zimanê kurdî, kincên Kurdan ên folkrorîk, cejnên Kurdan, navên cografîk ên kurdî hwd hemiyan qedexe dike. Bi hezaran Kurd ji ber ku pûşî li xwe kirine tên kuştin. Kurd wî bi navê ''"Îsmetê Kerr"'' binavdikin. Ji ber ku wî guhên xwe nedidida qîrînên Kurdên ham û tam û bêguneh. Navê wî li Kurdistanê bi tevî navê Mustafa Kemal Atatürk wekî navê ruhstîn derbasdibû. Dîsa ji wî re "Çêlikê Arnawid", "Meletiyê ku ne qeysiyê lê goştê mirov dixwe", "Mîkrofona neteweyî" hwd jî hatiye gotin.
 
Ew piştî destpêkirina rejîma pirr partî yan sazûmaniya demokratîk jî şeftiya xwe bidestbernade û heya mirinê Tirkiyê îdare dike.
 
== Girêdanên derve ==