Gun: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 24:
 
== Erkê gun ==
Du erkên serekî yên gunan heye; berhemkirina sperm û berhemkirin û derderdana hormona testosteron. Ji ber derdana sperm û hormon, gun wekî [[Rijên|rijênê]] zaûzê tê navkirin. Çalakiya gunan bi handerkirina du hormonên hîpofîzê; hormona FSH û hormona LH ve dest pê dike<ref name="Physiology">Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.</ref>. Ev herdu hormon li gor bandora wan a li ser laşê mêyan hatine navkirin, lê pêkhateya wan a kîmyayî di laşê nêran de jî heman e<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.</ref>. FSH wekî ‘’hormona handerê çikildanê ‘’, LH jî wekî ‘’hormona handerê tenê zer’’ tê navkirin. Hormona handerê çikildanê (FSH) di spermeborrîkeyan de çêkirina sperman hander dike. Ji temenê pêgihîştinê heta mirinê, di gunan de her roj bi sedan milyon sperm tên çêkirin<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</re. Hormona handerê tenêzer (LH) xaneyên Leydig hander dike bo çêkirin û derdana hormona testosteron<nowiki><ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</nowiki></ref>. Li gel FSH, hormona testosteron jî bondor li ser geşbûn û dabeşbûna xaneyên bineratîbineretî yên sperm dike<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>.Bi gelemperî, heta temenê pêgihîştinê, asta rejeya testosteron di laş de nizm e. Di temenê 10-13 salî de ji ber handera hormonên FSH û Lhê rêjeya testosterona nav [[Xwîn|xwînê]] bilind dibe<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Testosteron dibe sedema hin guherînan di laşê nêran de. Girbûna çûk (penîs) û gunan rû dide. Rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Li binçeng û derdora endamê zayendê de mû derdikeve. Dengê nêran berz û qalind dibe, qebareya [[Peykeremasûlke|peykeremasûlkeyên]] laş zêde dibe bi vî awayê bejnûbala nêran diguhere bo şêweyê xwe yê asayî.
 
== Çavkanî ==