Sperm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 20:
Xaneyên bineratî yên çêkerê sperm di laşê korpeleyê (embriyo) de çê dibin lê heta temenê pêgihîştinê bêdeng dimînin. Di laşê nêran de dema mirov digihîje temenê pêgihîştinê, ango di temenê 12-14 salî de, ji hîpofîzê du [[hormon]] tên derdan, yek ji van hormonan FSH e û wekî hormona handerê çikildanê te navkirin, hormona din jî LH e û wekî hormona handerê tenê zer tê navkirin. Bi bandora herdu hormonên [[Hîpofîz|hîpofîzê]] çêkirin û derdana sperm û balixbûn dest pê dike, çêkirin û derdana sperm heta dawiya jiyanê didome<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Di laşê mirovê de rojê bi qasî 300 mîlyon sperm tê berhemkirin<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>.
 
Spermatogenez bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm<ref name="VILLEE" />. Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenez di temenê pegihîştinêpêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome<ref name="VILLEE" />. Piştê spermatogenezê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.
 
== Pekhateya sperm ==