Miyoz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 38:
=== Qonaxa Profaz I (Qonaxa amadehî) ===
[[Wêne:Crossing- over ku.png|thumb|353x353px|Bi parçe guherînê, parçeyên kromotîdên nexwîşk ên beramberê hev cih diguherin.]]
Parzûna navikê dihele û perçê dibe, sentrozom ber bi cemserên xaneyê dilivîn û rîsên teşiyê (bi înglîzî: ''spindle fiber'') çê dikin. Kromatînên mûyokî xwe li ser xwe dipêçin, kurt û stûr dibin. Kromatîn êdî wekî kromozom tên navkirin. Kromozomên homolog li hember hev dirêj dibin, genên allel ên li ser kromotîdên nexwîşk tên ba hev. Ev rewş wekî cotbûn an jî sînapsîs tê navkirin<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Di navbera kromatîdên nexwîşk ên kromozomên homolog de di hin cihan de temas çê dibe. Ev cihê têkiliyê wekî kîazma bi nav dibe (pirrjimara wî kîazmata ye). Di xala kîazmayê de parçe guherîn (bi înglîzî:''crossing over'') çê dibe. Bi parçe guherînê, parçeyên kromotîdên nexwîşk ên beramberê hev cih diguherin <ref>Hendersons dictionary of biology
 
Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9</ref> .
Di qonaxa profaza 1ê de kromozomên homolog tên ba hev û kromatîdên kromozoman xwe li pêşberî hev cih dikin. Bi vî awayê genên allel tên hemberî hev. Ev rewşa cota kromozoman wekî sînapsîs tê bi nav kirin<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Ji ber ko  kromozomên homolog duhende bûne, her ferek kromozom 2 kromatîdên xwîşk lixwe digire. Dema cota homolog tên ba hev, pêkhateyek bi 4 kromatîdî çê dibe, ev pêkhate wekî tetrad tê navkirin.Kromatîdên nexwîşk ên her du kromozoman li ser hev ba dibin ev rewş wekî tîpa x tê xuyakirin bi zimanê yewnanî navê tîpa X “kî” ye loma beşa kromatîdên bi awayekî çeperaskî li ser hev direjbûyî, wekî kîazma tê navkirin.Kromatîdên nexwîşk di xala kîazmayê de dihelin û ji kromozomê diqetin. Di vî demê de parçe guherîn(bi înglîzî: ''crossing over'') rû didê. Parçe guherîn di navbera genen allel de pêk tê. Genên allel ên kromotînên nexwîşk bi beramberê hev gen diguherînin<ref>Hendersons dictionary of biology
Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9</ref>. Parçe guherîn yek ji  hokarên sereke ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî ya nifşên nû.
 
=== Qonaxa metafaz I (Qonaxa beramberî) ===