Cudahiya di navbera guhertoyên "Guherîna avhewayê" de

18 bayt lê hatin zêdekirin ,  14 çiriya pêşîn
kurteya guhartinê tune ye
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl ya pêşketî
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl ya pêşketî
Guherîna avhewayê bandorê li ewlehiya xwarinê dike. Di navbeyna salên 1981-2010an de bûye sedema kêmbûna berhema navgîna gerdûnî ya garis, genim û soyayê. Germbûna pêşerojê dikare hilberîna gerdûnî bi awayekî mezin kêm bike. Dibe ku hilberîna çandiniyê li welatên hêlîpana başûrê bandorek neyînî bike, di heman demê de bandorên li welatên hêlîpana bakur erênî an neyînî bin, ne diyar e. Li seranserî cîhanê heta 183 milyon kesên din, bi taybetî kesên ku dahata wan kêmtir e, ji ber van bandoran di bin rîska birçîbûnê de ne. Bandorên germbûnê yên li ser okyanûsan bandorê li stokên masiyan dike, bi kêmbûna gerdûnî re potansiyela herî zêde ya girtinê heye. Tenê stokên cemserî potansiyeleke zêde nîşan didin. Herêmên girêdayî ava qeşayê, herêmên ku jixwe ziwa ne û giravên biçûk ji ber guherîna avhewayê rîska stresa avê zêde dibin.<ref>{{Cite web|url=http://dx.doi.org/10.1601/ex.29619|title=Exemplar Abstract for Croceibacterium soli (Zhao et al. 2017) Xu et al. 2020 and Altererythrobacter soli Zhao et al. 2017.|last=Parker|first=Charles Thomas|last2=Garrity|first2=George M|date=2003-01-01|website=The NamesforLife Abstracts|access-date=2021-10-13}}</ref>
===Jêderka aboriyê ===
[[Wêne:Village Telly in Mali.jpg|thumb|280px|Jîngehekî li Maliyê ku jiber germa zêde warên wan bûye çol û jiber warên xweyekê niştecihên wî koçbûne.]]
Dibe ku zirarên aborî yên ji ber guherîna avhewayê giran bin û îhtîmalek a bûyerên xetereya xirabên li pey hev hene. Guhertina avhewayê dibe ku ji niha ve newekheviya aboriyê ya global zêde kiriye û tê texmînkirin ku ev meyl dewam bike. Tê texmînkirin ku piraniya bandorên giran ên wekê Afrîkayê û Başûrê rojhilata Asyayê, ku xizaniya heyî ji niha ve lê zêde bûye, rû bidin. Banka Cîhanê texmîn dike ku guherîna avhewayê dikare heta sala 2030yê zêdetirê 120 mîlyon mirovî bixe nava xizaniyê.<ref>{{Cite book|url=http://worldcat.org/oclc/1026029270|title=Shock waves : managing the impacts of climate change on poverty|last=Stephane.|first=Hallegatte,|date=2016|publisher=The World Bank Group|isbn=978-1-4648-0673-5|oclc=1026029270}}</ref> Newekheviyên heyî yên di navbera mêr û jinan de, di navbera dewlemend û nedaran de, û di navbera etnîsîteyên cihêreng de têne dîtin ku ji ber guheztina avhewa û bi guherîna avhewa re xirabtir dibin. Di encama nirxandineke pisporan de hat destnîşankirin ku rola guhertina avhewayê li gorî şerê çekdarî û faktorên newekheviya sosyo-ekonomîkê biçûk be jî lê germbûna siberojê wê rîskên zêde bi xwe re bîne.<ref>{{Citation|last=1969-|first=Lergenmüller, Pierre. Mach, Jean,|title=Al Capone, enfant de la prohibition|url=http://worldcat.org/oclc/1134680780|oclc=1134680780|access-date=2021-10-14}}</ref> Giravên nizm û civakên peravê, bi rîskên ji ber bilindbûna asta deryayê, mîna lehiyê û jêrzemîna daîmî, tên tehdîtkirin. Ev yek ji bo nifûsa li welatên giravê yên weke Maldîv û Tûvalû dikare rê li ber bêdewletiyê veke. Li hinek herêman, bilindbûna germahî û hewaya şil ji bo ku mirov adapte bibin, pir giran be. Bi guherîna avhewayê ya herî xirab re, projeya modelên ku hema bêje yek ji sêyan yekê mirovatiyê dikare di avhewaya gelekî germ û bêmirov de bijî, dişibe avhewaya heyî ya ku li Saharayê hatiye dîtin.<ref>{{Cite journal|last=Balsari|first=Satchit|last2=Dresser|first2=Caleb|last3=Leaning|first3=Jennifer|date=2020-10-13|title=Climate Change, Migration, and Civil Strife|url=http://dx.doi.org/10.1007/s40572-020-00291-4|journal=Current Environmental Health Reports|volume=7|issue=4|pages=404–414|doi=10.1007/s40572-020-00291-4|issn=2196-5412}}</ref> Ev faktor, herweha rewşa hewayê ya zêde, dikare koçberîya hawirdorê hem di nav xwe da hem jî di navbera welatan de biajo. Di encama hewaya zêde, bilindbûna asta deryayê û pevçûna ji ber zêdebûna hevrikiya li ser çavkaniyên xwezayî, tê payîn ku jicîhbûna mirovan zêde bibe. Guheztina avhewayê dibe ku xeternakiyê zêde bike, dibe sedema "gelên dorpêçkirî" yên ku ji ber nebûna çavkaniyan nikarin tevbigerin.<ref>{{Cite journal|last=Kaczan|first=David J.|last2=Orgill-Meyer|first2=Jennifer|date=2019-11-07|title=The impact of climate change on migration: a synthesis of recent empirical insights|url=http://dx.doi.org/10.1007/s10584-019-02560-0|journal=Climatic Change|volume=158|issue=3-4|pages=281–300|doi=10.1007/s10584-019-02560-0|issn=0165-0009}}</ref>
 
20.784

guhartin