Guherîna avhewayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 29:
Her çiqas derya ji axê hêdîtir germ bibe jî lê belê nebat û ajalên deryayê ji cureyên li ser rûyê erdê zûtir ber bi cemserên sar ve koç bûne. Mîna li ser axê, pêlên germê yên li deryayê ji ber guherîna avhewayê bi sixletî rû didin. Bi bandorên zerarî li ser gelek organîzmayên wekî mircan, kelp û teyrên deryayî hatine dîtin. Asîda zêde ya deryayê bandorê li organîzmayên ku qalik û îskeletan hildiberînin, organîzmayên wekî mûsûl û beraz û resîfên mircanan dike. Resîfên mircanan piştî pêlên germahiyê, sipîbûneke berfireh dîtin.<ref>{{Cite journal|last=Michelini|first=Maurizio|date=2001|title=IPCC 'Summary for Policymakers' in TAR: Do its Results Give a Support Always Adequate to the Urgencies of Kyoto Global Negotiations?|url=http://dx.doi.org/10.2139/ssrn.291944|journal=SSRN Electronic Journal|doi=10.2139/ssrn.291944|issn=1556-5068}}</ref> Kulîlka algên zirardar ku ji ber guherîna avhewayê û okofîkasyonê zêde dibe, dibe sedema anoksîa, xerabûna torên xwarinê û mirinên mezin ên jiyana deryayî. Ekosîstemên peravê bi taybetî di bin stresê da ne, ji ber guherîna avhewayê û bandorên din ên mirovî hema hema nîvê erdên bi av îhtîmal heye ku holê rade.<ref>{{Cite web|url=http://dx.doi.org/10.5194/egusphere-egu2020-164|title=Causes and consequences of Southern Ocean change: the IPCC SROCC assessment|last=Meredith|first=Michael|last2=Sommerkorn|first2=Martin|date=2020-03-23|website=dx.doi.org|access-date=2021-10-12|last3=Cassotta|first3=Sandra|last4=Derksen|first4=Chris|last5=Ekaykin|first5=Alexey|last6=Hollowed|first6=Anne|last7=Kofinas|first7=Gary|last8=Mackintosh|first8=Andrew|last9=Melbourne-Thomas|first9=Jess}}</ref>
 
===Bandora li ser mirovan ===
Bandorên guherîna avhewayê ya li ser mirovan, piranî ji ber germbûn û guherînên di baranê de, li seranserê cîhanê hatin tespîtkirin. Bandorên herêmî yên guherîna avhewayê niha li hemû parzemînan û li seranserê herêmên deryayê têne çavdêrîkirin. Qadên bi kêm-hêlî, kêm pêşkeftî bi rîska herî mezin re rû bi rû ne. Germbûna domdar a di pergala avhewayê de ji bo mirov û ekosîsteman dibe xwedî "bandorên giran, berbelav û bêveger".<ref>{{Cite book|url=http://worldcat.org/oclc/894200818|title=Climate change 2014 : synthesis report : approved summary for policymakers.|last=Change.|first=Intergovernmental Panel on Climate|date=2014|publisher=IPCC|oclc=894200818}}</ref> Rîskên guherîna avhewayê bi awayekî bêserûber tên belavkirin.<ref>{{Cite book|url=http://dx.doi.org/10.18772/22008034792.11|title=SUMMARY FOR POLICYMAKERS|publisher=Wits University Press|pages=1–22}}</ref>
====Xwarin û tenduristî ====
Bandorên tenduristî hem bandorên rasterast ên hewaya giran, dibe sedema birîndarbûn û windabûna jiyanê û herweha bandorên nerasterast ên wekî kêmbûna xwarinê ji ber têkçûnên çandinî çêdibin. Nexweşiyên cuda yên enfeksiyonê, di avhewayeke germtir de, weke taya dendikê ya ku herî zêde bandorê li zarokan dike û malîayê dike, bi hêsanî tên veguhastin.<ref>{{Citation|last=Erik.|first=Watts, Jon, 1981- Giacchino, Michael. Feige, Kevin. Pascal, Amy. MacKenna, Chris, scénariste. Sommers,|title=Spider-Man : far from home|url=http://worldcat.org/oclc/1134672457|oclc=1134672457|access-date=2021-10-13}}</ref> Bandora herî zêde li ser zarokên biçûk ku ku kêmxwarin dimînîn û li ser mirovên temenmezin, çêdibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku di navbera salên 2030-2050 de tê texmînkirin ku guhertina avhewayê ji ber germa zêde mirovên extiyar bi nexweşiyên îskanê, malîa, deng û zarokên ku bi kêmxwarinê têne xwedî kirin her sal bi qasî 250 hezar mirinên zêde dibe, rû dide. Ji 500 hezarî zêdetir mirinên zêde yên extiyaran, ji ber kêmbûna xwarinê û kalîteyê, salane heta sala 2050yan tê texmînkirin.<ref>{{Cite book|url=http://worldcat.org/oclc/1106305325|title=Calamari - A High-Performance Tensorflow-based Deep Learning Package for Optical Character Recognition|last=Frank|first=Wick, Christoph Reul, Christian Puppe,|date=2018-07-05|oclc=1106305325}}</ref>
 
Guherîna avhewayê bandorê li ewlehiya xwarinê dike. Di navbeyna salên 1981-2010an de bûye sedema kêmbûna berhema navgîna gerdûnî ya garis, genim û soyayê. Germbûna pêşerojê dikare hilberîna gerdûnî bi awayekî mezin kêm bike. Dibe ku hilberîna çandiniyê li welatên hêlîpana başûrê bandorek neyînî bike, di heman demê de bandorên li welatên hêlîpana bakur erênî an neyînî bin, ne diyar e. Li seranserî cîhanê heta 183 milyon kesên din, bi taybetî kesên ku dahata wan kêmtir e, ji ber van bandoran di bin rîska birçîbûnê de ne. Bandorên germbûnê yên li ser okyanûsan bandorê li stokên masiyan dike, bi kêmbûna gerdûnî re potansiyela herî zêde ya girtinê heye. Tenê stokên cemserî potansiyeleke zêde nîşan didin. Herêmên girêdayî ava qeşayê, herêmên ku jixwe ziwa ne û giravên biçûk ji ber guherîna avhewayê rîska stresa avê zêde dibin.<ref>{{Cite web|url=http://dx.doi.org/10.1601/ex.29619|title=Exemplar Abstract for Croceibacterium soli (Zhao et al. 2017) Xu et al. 2020 and Altererythrobacter soli Zhao et al. 2017.|last=Parker|first=Charles Thomas|last2=Garrity|first2=George M|date=2003-01-01|website=The NamesforLife Abstracts|access-date=2021-10-13}}</ref>
 
==Çavkanî==