Cudahiya di navbera guhertoyên "Şablon:GH/2017/28" de

2 bayt hatine jêbirin ,  5 çiriya pêşîn
B
→‎top: paqijî, replaced: , → , (2) AWB
B
B (→‎top: paqijî, replaced: , → , (2) AWB)
 
[[Wêne:Status iucn3.1 EX ku.svg|border|left|220px|Nemabûyî ango Extinct]]
 
'''Nemabûna cureyekî''', di [[biyolojî]] û [[ekolojî|ekolojiyê]] de tê wateya bi dawîbûna hebûna cureyê, lewma [[biyosfer]] biçûk dibe. Cureyek bi mirina endamê/a dawî, dibe nemabûyî. Kurtebira ''EX'' ku navneteweyî ye , ji peyva ''extinct'' tê.
 
Gelek ajal berî hebûna mirovan li ser rûyê erdê nema bûne (mînak: [[dînezor]]). Lê di lîsteya [[Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê]] de tenê cureyên di dema nêzîk de nemabûne hene ([[Dodo]], [[Gurê Tazmanyayê]], [[Rûviyê Falklandê]] hwd.)
 
Bi giştî hinga endamê/a dawî yê/ya cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin , lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cureyê pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak, bi tenê cureyê nêr ê [[kûsiyên Girava Pîntayê]] maye. Lewma ev [[kîso]] nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye yan na. (Mînak: [[Yûnisên Çînê yên Robaran ]]) Di rewşa wisa de ew cure weke bi [[cureyên bi bilindtirîn xetereya nemabûnê|bilindtirîn xetereya nemabûnê]] têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin. Ji ber ku gengaz e, endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, [[takahe]] weke nemabûyî dihate pejirandin, lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li [[Nû Zelenda]]yê hê hene. Hinga rewşa wisa pêk hat, ew cure bi [[Dabeşandina Lazarus|dabeşandina Lazarus]] tê lîstekirin. <small>'''([[Nemabûyî|dûmahîk…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2017|GB=27}}
168.223

guhartin